Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

TJK-E: Fermana komkujiya Parîsê Erdogan da, divê were darizandin 28.12.2020

 

“FERMANA KOMKUJIYA PARÎSÊ ERDOGAN DA, DIVÊ WERE DARIZANDIN”
TJK-EWRÛPA: DI 6 Û 9’Ê ÇILEYÊ DE EM Ê LI QADAN BIN

Beriya 7 salan, 9’ê Çileya 2013’an ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê hatin qetilkirin.

Kurdistanî û dostên xwe di salvegera 7. a komkujiya Parîsê de, wê hesab bipirsin.

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpa roja 9’ê Çileyê li Parîsê bi şîara ‘Fermana Komkujiya Parîsê Erdogan da, divê bê-darizandin’, meş û mîtîng pêk tê.

Her wiha li hemû navendê Ewrûpayê 6 û 9’ê Çile ji bo hesab bipirsin wê kurdistanî li qadan bin.

Tevgera Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê-TJK-E derbarê mijarê de daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de hersê jinên şoreşger hatin bibîranîn û komkujî hate şermezarkirin.

TJK-Ewrûpa daxuyakirin, tevî ku komkujiya Parîsê ji aliyê gelê Kurd û dostên wan ve hatiye ronîkirin jî kujer nayên cezakirin.

Hêza ku komkujî kiriye eşkere ye.

Ev komkujiya siyasî bi fermana Erdogan hate kirin. MÎT’ê plan kir, Omer Guney jî tetîkkêşî kir.

Dewama komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e.

Delîlên komkujiyê hemû pêşkêşî dadgeriya Fransayê hate kirin.

Lê belê mesele hevkariya hêzên navneteweyî ya bi vê konseptê re ye.

Dewleta Fransayê heta niha di aliyê hiquqî de tiştek nekir.

Biryardariya me ya ji bo hesabpirsîna ji kujeran ji her demê zêdetir e.

Tevgera jinên Kurd a Ewrûpa daxuyakirin ku ger hesabê Komkujiya Parîsê ji dewleta tirk bihata îro nikarîbû sûcên nû bike.

Heke Komkujiya Parîsê bêceza nehatibûya hiştin, dewleta tirk wê nikarîba Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagirbikira.

Şengal ku mezintirîn trajediya sedsala 21’ê ye wê îro di nava heman metirsiyê de nebûya.

TJK-Ewrûpa kampanya ji bo darizandina Dîktatorekî Sed Sedem bibîrxist û wiha got,

Ji bo dairzandina Erdogan ê dîktator gelek sedemên me hene ku berxwedan û hêrsa me mezin dike. Hinceta me ya sereke jî Komkujiya parîsê ye.

Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê di daxuyaniyê de daxuyakirin ku 6 û 9’ê çile ji bo hesabpirsîna berpirsyarên Komkujiya Parîsê wê li qadan bin.

Di serî de jin divê hemû Kurdistanî û dostên xwe van her du rojan bi awayek xurt beşdarî çalakiyan bibin daku Dîktator Erdogan bê darxizandin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv