BÛYER Û GUHERTINÊN LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
TEVGERA AZADÎ: BERPIRSA PIRSGIRÊKAN DESTHILATDARÎ YE
Desteya Giştî ya Tevgera Azadî li ser bûyer û guhertinên li Herêma Kurdistanê li Kerkûkê daxuyaniyek da.
Daxuyanî ji aliyê Endamê Desteya Giştî Selam Ebdula ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat desntîşankirin, tevî ku hêza çareseriya pirsgirêkên li Başûrê Kurdistanê heye, roj bi roj pirsgirêkên heyî zêdetir bûne.
Di daxuyaniya Tevgera Azadî de nelihevkirina bi hukûmeta Iraqê re ya hukûmeta Herêma Kurdistanê hat bibîrxistin.
Di daxuyaniyê de dagirkeriya Tirk û hewldanên wê yên berfirehkirina dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê hat bibîrxistin.
Weke sebeba van pirsgirêk û qeyranan hemûyan, desthilatdariya heyî ya herêma Kurdistanê hat destnîşankirin.