LI NAVÇEYA HATAY SKENDERÛNÊ ÇALAKIYA CANBEXŞANE
HPG: GERÎLA HARÛN Û ZINAR LI PAYAS Û SKENDERÛNÊ DERBÊN GIRAN LI DAGIRKERAN DAN
29’ê Cotmehê navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku 26’ê Cotmehê yekîneyeke ji du gerîlayan pêk dihat, li navçeye Hatayê Skenderûnê çalakiyeke çanbexşane pêk aniye.
HPG’ê li gel ragihandina navên her du şehîdan, bi berfirehî agahiyên çalakî û şerê li du navçeyên Hatayê pêk hatin parve kirin.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku dewleta Tirk dema probagandaya gerîla li Amanosan dikir, ev yekîneya gerîla bi rêbazên afrîner derb li hêzên dagirkeriya Tirk daye.
Li gorî daxuyaniyê yekîneya gerîla bi amûrên hewayî derbasî Amanosan bûye.
Agahiyên berfirehtir wiha ne:
Tîma gerîla ya profesyonel ji baregehên xwe yên bingehîn bi rê ket, her cûre tedbîrên hewayî û bejahî yên dijmin têk bir û gihişt hedefa xwe.
Hevrê Harûn û Zinar bi însiyatîfa xwe li ser bingeha çalakiya fedayî plansaziyeke nû kirin.
Piştî daketin, dest danîn ser wesaîtekê û li Payasê bi dijmin re şerekî bi wêrekî kirin.
Di şer de gelek esker hatin kuştin û yekîneya gerîla benda kontrolê derbas kir.
Hevrêyên me Harûn û Zinar piştî dagirkerên li vir ceza kirin, ji bo çalakiyên xwe rêwîtiya xwe dewam kirin.
Di rê de dest danîn ser wesaîteke din û berê xwe dan navenda Skenderûnê.
Li vir bi saetan bi tîmên taybet ên dagirkeriya Tirk re şer kirin.
Înîsiyatîfa şer demeke dirêj di destê hevalên me de bû.
Hevrêyê me Harûn piştî ku demeke dirêj şer kir xwe di nava dijmin de teqand û gelek esker û polîs hatin kuştin.
Hevrêyê me Zinar jî heta fîşeka xwe ya dawî bi lehengî şer kir û şehîd bû.
Bi vê çalakiyê gerîlayan bersiv da xeyalên dewleta Tirk a dagirker ku di gotin gerîla li Amanosan tasfiye bûye.
Di daxuyaniya HPG’ê de hat destnîşankirin, ku şehîd Harûn û Şehîd Zinar bi afrîneriya xwe bûn pêşengên Pêngava Dem Dema Azadiyê ye.