FERMANDARA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA YJA STARÊ ZOZAN ÇEWLIK
TEVÎ ÊRIŞAN JÎ ASTA TÊKOŞÎNÊ BI PÊŞENGIYA JIN Û CIWANAN BILIND BÛ
Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik tevli Bernameya Taybet a televîzyona me bû û sala 2020’an nirxand.
Fermandar Zozan Çewlik diyar kir ku sala 2020’an li gel hemû êrişan jî hem gelê kurd û hem jî gelên cîhanê asta berxwedana xwe bilind kirin.
Zozan Çewlik îşaret bi têkoşîna azadiyê kir û diyar kir ku ew weke tevger saleke bi têkoşîn li dû xwe dihêlin û dikevin saleke nû ya têkoşînê.
FERMANDARA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA YJA STARÊ ZOZAN ÇEWLIK
GELAN BAŞTIR DÎT KU EV SÎSTEMA FAŞÎST Û QIRKER BI KÊRÎ WAN NAYÊ
Fermandar Zozan Çewlik destnîşan kir ku gelan bi rengekî baştir dîtin ku ev sîstema faşîst, neteweperest, qirker ti hêviyê nade wan, bi kêrî wan nayê.
FERMANDARA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA YJA STARÊ ZOZAN ÇEWLIK
KONSEPTA DAGIRKERIYÊ YA DEWLETA TIRK GIHÎŞT ASTEKE NÛ
Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker qirker konsepta xwe ya tunekirinê di sala 2020’î de jî dewam kir, êrişên xwe gihand asteke nûtir.
Di dewama axaftina xwe de Zozan Çewlik bal kişand ser êrişên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên di sala 2020’î de li dijî jinan hatin kirin.