Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

TJA, KCD, DBP û HDP: ‘Dewleta Tirk dixwaze tiştên DAIŞ’ê dixwest bike temam bike’

 

TJA, KCD, DBP Û HDP ÊRIŞA LI SER ŞENGALÊ ŞERMEZAR KIRIN
BERDAN OZTURK: HETA XWESERIYA ŞENGALÊ EM Ê TÊBIKOŞIN

TJA, KCD, DBP û HDP’ê bi civînek çapemeniyê êrişên li ser Şengalê şermezar kirin.

Civîn li Buroya Îrtîbatê ya Navenda Giştî ya DBP’ê ya li Amedê pêk hat.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk êriş şermezar kir û diyar kir, heta Şengal xweseriya xwe ava bike ew ê têbikoşin.

TJA, KCD, DBP Û HDP ÊRIŞA LI SER ŞENGALÊ ŞERMEZAR KIRIN
SALÎHA AYDENIZ: EV ÊRIŞ BERDEWAMIYA ÊRIŞÊN DAIŞ’Ê NE

Paşê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydeniz axivî û êrişên li ser Şengalê weke berdewamiya êrişên DAIŞ’ê nirxandin û got:

”Êrişên li hember Şengalê nîşaneya dijminatiya li himerî Kurdan e.

Xelkê Şengalê çawa li hemberî zêhniyeta qirêj a DAIŞ’ê li ber xwe da, niha jî wê di azadiya xwe de israr bike.

TJA, KCD, DBP Û HDP ÊRIŞA LI SER ŞENGALÊ ŞERMEZAR KIRIN
WELATÊN JENOSÎDA ÊZIDIYAN NAS KIRIN BILA BI ERKA XWE RABIN

Aktîvîsta TJA’yê Xecê Şen jî îşaret bi jenosîda Êzidiyan û helwesta welatên Ewrûpa kir.

TJA, KCD, DBP Û HDP ÊRIŞA LI SER ŞENGALÊ ŞERMEZAR KIRIN
‘DEWLETA TIRK DIXWAZE TIŞTÊN DAIŞ’Ê DIXWEST BIKE TEMAM BIKE’

Parlamentera HDP’ê ya Batmanê Feleknas Uca jî diyar kir, tiştên DAIŞ’ê nikarîbû bike, dewleta tirk dixwaze bike.

Feleknas Uca destnîşan kir ku bi peymana Hewlêrê dixwazin civaka Êzidî bê îrade bihêlin û bêdengiya hêzên cîhanê bibîr xist.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv