Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK: ‘Ji bilî berxwedanê rêyeke din a azadkirina Êzidxanê nîne’

 

ÊRIŞÊN 16-17’Ê TEBAXÊ LI DIJÎ ŞENGALÊ
KCK: EM JI BO TEVAHIYA ÊZIDIYAN SERSAXIYÊ Û JI BIRÎNDARAN RE ŞIFA XÊRÊ DIXWAZIN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser êrişên dewleta Tirk ên 16 û 17’û Tebaxên yên li dijî Şengalê daxuyaniyek da.

KCK’ê destpêkê ji malbatên Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen, biraziyê wî Îsa Xwedêda û şehîdên Komkujiya Nexweşxaniya Sikêniyê, û civaka Êzîdî re sersaxî xwest.

Hevseroaktiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser şehîd Seîd Hesen jî wiha got:

Ji bo li ser fikrên Rêber Apo Êzîdiyan perwerde û birêxistin bike, pêşengî ji avakirina TEVDA’yê re kir.

ŞEHADETA FERMANDARÊ YBŞ’Ê SEÎD HESEN
KCK: EW RÊBERÊ CIVAKA ÊZIDÎ BÛ

Ji 2004’an heta 2014’an berpirsiyariya TEVDA’yê hilgirt ser milên xwe.

Şehîd Seîd Hesen bi helwesta xwe ya li dijî DAIŞ’ê ispat kir, ku Rêberekî Êzîdî ye.

Dema DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir, li cem 12 gerîlayan cihê xwe girt.

Bi malbat û eşîra xwe, pêşengî ji wê pêngavê re kir, ku Êzîdî li Şengalê bimînin.

Mila da milê gerîla û sekna xwe ya Derwêşê hemdem raxist holê.

Heke bi dehhezaran Êzîdî li Çiyayê Şengalê di şert û mercên zehmet de nemabûna, wê xaka Êzîdiyan bêxwedî mabaya.

Ji ber vê yekê wê Şehîd Seîd Hesen li aliyê Êzîdiyan ve ti carî neyê jibîrkirin.

ÊRIŞÊN 16-17’Ê TEBAXÊ LI DIJÎ ŞENGALÊ
KCK: DIXWAZIN QIRA ÊZIDIYAN BÎNIN Û ŞENGALEKE BÊ ÊZIDÎ BIAFIRÎNIN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir, ku wê bi ked, têkoşîn û pêşengiya van şehîdan Êzîdxan bê azadkirin.

Di daxuyaniyê de têkildarî armanca êrişan jî KCK’ê da zanîn, ku dixwazin qira Êzîdiyan li Şengalê bînin.

Ji ber ku di dema serdana serokwezîrê Iraqê Kazimî de pêk hat, êriş pîlankirî ye.

Li ser zexta dagirkeriya Tirk û şantajên PDK’ê di navbera Iraq û PDK’ê de peymanek hatibû mohrkirin.

Bi vê peymanê dixwazin Êzîdxanê vegerînin beriya 3’yê Tebaxa 2014’an.

Bi êrişa li dijî nexweşxaneyê dixwazin xweserî û xweparastina Şengalê tasfiye bikin.

Bi temamî qira Êzîdiyan bînin û Şengaleke bi vî rengî biafirînin.

ÊRIŞÊN 16-17’Ê TEBAXÊ LI DIJÎ ŞENGALÊ
KCK: JI BILÎ BERXWEDANÊ RÊYEKE DIN A AZADKIRINA ÊZIDXANÊ NÎNE

Li hemberî vê rewşê, ji bilî berxwedanê ne pêkan e, ku azadiya Êzîdxanê were bidestxistin.

Di vî warî de erk û berpirsiyarî li ser tevahiya Êzîdiyan, mirovahiya xwedî wijdan e.

Dibe ku berdêl bê dayîn, lê dîsa jî wê teqez bi berxwedanê xweserî û xwerêveberiya Êzîdxanê bê bidestxistin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir, ku bi rêya hevkar û xiyanetkarên li nava Şengalê ev êriş pêk hatiye û bal kişand ser rola Iraqê.

ÊRIŞÊN 16-17’Ê TEBAXÊ LI DIJÎ ŞENGALÊ
KCK: DIVÊ IRAQ HELWESTA XWE LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK EŞKERE BIKE

Ev êriş ne tenê li dijî Êzîdiyan û Şengalê ne… Di heman demê de li dijî Iraqê û gelên wê ne.

Divê Iraq li dijî van êrişan xwedî helwest be.

Ji êrişa li dijî Şengalê Amerîka jî berpirsiyar e.

Kontrola qada hewayî di destê Amerîkayê de ye.

Ji ber vê yekê ji komkujiyan Amerîka jî berpirsiyar e.

KCK’ê xwest xweserî û xweparastina Êzîdiyan ji aliyê Iraqê û saziyên navneteweyî ve bên qebûlkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv