Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêber Apo: ‘Diviya ji bo Şengalê qiyamet bihata rakirin’

 

ÊRIŞÊN LI SER ŞENGALÊ
RÊBER APO: DIVIYA JI BO ŞENGALÊ QIYAMET BIHATA RAKIRIN

Dewleta tirk a dagirker di çarçova konsepteke navnetewîd e bi hevkarên xwe yên herêmî dixwaze fermana Êzidiyan bi encam bike.

Rejîma tirk a faşîst qetlîamên xwe didomîne.

Herî dawîn17’ê tebaxê bi ser nexweşxana Sikêniyê de bombe barandin.

Li dijî komkujiyê bertek, nerazîbûn hene.

Kurd li çar aliyê cîhanê li ser piyan in.

Peyam zelal e; em ê bi rêxistiniya xwe, bi xweparastinê li hebûn û azadiya xwe xwedî derkevin.

Ev fikr, helwest û manewiyata li ser raman û keda Rêber Apo û şagirtên wî bi pêş dikevin.

Rêber Apo îşaret bi girîngiya parastina şengalê, û parastina êzidiyan dikir.

Digot: li Şengalê yên hatin qetilkirin, yên tecawiz li wan hatî kirin em hemû bûn, ji bo Şengalê diviya qiyamet bihata rakirin.

Wî wiha digot:

Min di mijara Şengalê de pir caran hişyarî kirin ku Êzidî di bin gefa qirkirinê de ne.

Lazim e xelkê me yê li wir werin parastin, ew der divê bibe ciyekî ewle.

Ji ber ku Talabanî û Barzanî ji bo Êzidiyan pergaleke parastinê bi pêş nexistin ev komkujî pêk hatin.

Civakeke ji pergala xweparastinê bêpar, nikare hebûna xwe bidomîne.

Der barê fermana 73’yan jî tespîtên Rêber Apo bi vî rengî bûn:

Tiştên diqewimin tiştên tirsnak in.

Komkujî tên kirin, qala wehşeta li jinan dikin.

Ez pir diêşim bi tiştên tînin serê jinên êzîdî.

Weke ku li ber çavê me destana Derwêş û Edûlê xwe tekrar dike.

Hêj wê demê min xwest çend peyaman ji êzîdiyan re bişînim.

Min got ji wan re behsa talûkeyan bikin.

Em ne vê qetlîamê ji bîr dikin ne jî em qebûl dikin

Rêber Apo destnîşan dike ku heke ne ji Tevgera Azadiyê bûya wê DAIŞ her derê bişewitanda:

DAIŞ wê her der bişewitanda, qir bikira.

We dît tedbîr ji ber negirtina tedbîran, li Şengalê yên qetilkirî û tecawuzlêkirî em hemû bûn.

Diviya qiyamet bihata rakirin.

Îro PDK nexwaze jî wê xelk bimîne.

Li dijî xelkê îxanet heye.

Heke hingê li Şengalê komeke gerîla hebûya wê komkujî pêk nehata.

Heke gerîla nebûya wê xelk jî nemaya.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv