Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

The Washington Examiner: Helwesta Biden beramberî êrişbaziya Tirkan wê ji bo wî bibe îmtîhanek

 

THE WASHINGTON EXAMINER
HELWESTA BIDEN BERAMBERÎ ÊRIŞBAZIYA TIRKAN WÊ JI BO WÎ BIBE ÎMTÎHANEK

Wahsington Examiner li ser siyaseta Amerîkayê ya beramberî êrişkariya dewleta tirk li dijî kurdên rojava analîzek bi vî sernavî weşand:

Biden bi îmtîhanekê re rû bi rû ye dema ku Tirkiye ji bo êrişeke li dijî kurdên sûriyê xwe amade dike.

Analîza ku ji aliyê Michael Rubin ve hatiye kirin, wiha destpê dike:

Di rojên dawî de hukûmeta Erdogan ji bo êrişeke nû li dijî kurdên Sûriyê bi Moskova û Waşîngtonê re di nava danûstandinan de ye. Dewleta tirk vê carê jî dixwaze êriş bibe ser Minbic, Qamîşlo û Kobanê, bajarê ku DAIŞ ji aliyê YPGê ve hat têkbirin.

Heta niha Valîdîmîr Putin ne jî yê Joe Biden xwe nedane ber operasyoneke dewleta tirk.

Lê belê tê ragihandin ku Tirkiye hêzên xwe dajo hin herêmên ku Rûsya xwe jê vedikişîne.

Her çi Biden e, ew di siyaseta xwe ya rojhilata Navîn de niha bi îmtîhanekê re rû bi rû ye.

Rewşa aborî ya Tirkiyeyê jî weke Erdogan êdî zêde nebaş e. Rewşa lîrayê tirk dişibe ya pezoyê arjantînî yê 1982yan û dînarê îraqî yê 1990î.

Erdogan jî dişibe dîktatorên her du welatan ku yê pêşî ji bo veşartina devaulasyonê êrişî Falklandê kir, yê din jî ji ber heman sedemê êrişî Kuveytê kir.

Helbet sedemeke din jî dikare li daxwaza êrişkariya Erdogan were zêdekirin, ew jî nêzîkbûna sedemîn salvegera avabûna komara tirk e. Bêguman di vê êrişbaziya Erdogan de helwesta nerm a dewletên Ewrûpayê jî xwedî roleke girîng e.

JI ber vê yekê di pêkhatin an jî frênkirina êrişbaziya dewleta tirk de niha helwesta Joe Biden wê diyarker be.

Beriya ku dewleta tirk dest bi êrişan bike, divê Biden biryarekê bide, helbet eger ew nexwaze bikeve rewşa Trump ê ku kurd bi tenê hiştin di dema êrişên tirkan de.

Bi tenê hiştina kurdan, bûbû sedem ku wezîrê parastinê yê demê James Mattîs û sefîrê taybet ê rojhilata Navîn Brett McGurk ku niha şewimendê ewlekariya neteweyî yê Biden e, ji rêveberya Trump îstîfa kiribûn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv