ŞEHÎDÊN KOBANÊ BI GIRSEYÎ HATIN OXIRKIRIN
DI AXAFTINAN DE PEYAMA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAGIRGERIYÊ HAT DAYÎN
Welatiyên bi navê Hemze Mehmûd Hemze û Fîras Ebdulqadir Mezî di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li warê berxwedanê Kobanê şehîd bûn.
Ji bo her her du şehîdan merasimeke bi heybet hat organîzekirin.
Xelkê Kobanê cenazeyên şehîdan ji nexweşxaneya bajêr girtin û berê xwe dan goristana şehîd Dîcle.
Li goristanê merasîmek girseyî hat li darxistin.
Endamê meclîsa PYD’ê Ehmed Şêxo di merasimê de axivî û got:
Çawa ku me li Kobanê DAIŞ’ê têk bir em ê rejîma faşîst a Erdogan jî têk bibin.
Piştî axaftinan xenazeyên şehîdan hatin veşartin.