RÊVEBERIYA XWESER SPASIYA PARLEMENA KATALONYAYÊ KIR
“VENASÎNA RÊVEBERIYA XWESER A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ HELWESTEKE DÎROKÎ YE”
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî venasîna statuya rêveberiyê ji aliyê Parlamena Katalonyayê ve daxuyaniyek weşand.
Rêveberiyê spasiya parlemen û gelê katalan kir û bi bîr xist ku Parlemena Katalonyayê 20’ê cotmehê bi awayekî siyasî rêveberiya xweser nas kiriye û wiha hat gotin:
Ev venasîn gaveke şênber, helwesteke dîrokî ye.
Ev venasîna siyasî pêşketinek girîng e û duristbûna projeya Rêveberiya Xweser wekî çareya aloziya Sûriyê nîşan dide. Her wiha rêbazeke ber bi pêkanîna yekîtiya gelan û rêgeha demokratîk ve ye ku wê nûnertiya îradeya hemû pêkhateyên civakê bike. Em spasiya dostên xwe yên li Herêma Katalonyayê dikin. Em helwesta wan a dîrokî bi nirx dibînin. Wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em soza xwe nû dikin ku em ê ber bi pêşketinê ve biçin da ku projeya xwe ya demokratîk zengîntir bikin.