Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mûrat Karayilan bang li Amerîka û Yekîtiya Ewrûpayê kir: ‘Dawî li neheqiya ji 1923’an heta niha didome bînin’

 

REŞKIRINA PKK’Ê JI ALIYÊ HÊZÊN NAVNETEWEYÎ VE
MÛRAT KARAYILAN: PKK BI AWAYÊ HERÎ REWA PARASTINA MAFÊN GELÊ KURD DIKE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan ji Medyanewsê re axivîbû û beşa duyemîn a vê hevpeyvînê hat weşandin.

Mûrat Karayilan têkildarî pirsa “ne li Ewrûpa ne jî li cîhanê giştî, ti dadgehekê heta niha PKKê weke terorîst bi nav nekiriye, hûn vê yekê çawa dinirxînin…?” ev bersiv da:

Ji ber ku ti çalakî an jî pratîkeke PKK’ê ya terorîstbûnê tine ye.

PKK ne rêxistineke terorîst e, berevajî vê yekê dewleta Tirk li Kurdistanê terorê dike.

Gelê me hebûn, mafên çandî û zimanê xwe diparêze.

PKK jî bi awayekî herî rewa parastina vê yekê dike.

Heke Brîtanya û Fransa ji aliyê hêzeke biyanî ve bên dagirkirin, wê gelên wan çi bikin?

Bawer dikim, wê li ber xwe bidin.

Ji ber vê yekê gelê Kurd jî li ber xwe dide.

HPG hêza herî rewa ya berxwedana gelê Kurd e.

PKK û Rêber Apo nûnerên siyasî yên gelê Kurd in.

Lê Amerîka û Yekîtiya Ewrûpa ji ber berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî PKK xistine lîsteya terorê.

REŞKIRINA PKK’Ê JI ALIYÊ HÊZÊN NAVNETEWEYÎ VE
KARAYILAN: PKK JI LÎSTEYÊ BÊ DERXISTIN PÊVAJOYEKE NÛ YA AŞTIYÊ DIKARE DESTPÊ BIKE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê li ser pirsa “gelo ev dewlet PKK’ê ji lîsteya terorê derxin wê çibibe…?” ev bersiv da:

Bi îhtîmaleke mezin wê pêvajoyeke nû ya aştiyê bikeve rojevê û şer raweste.

Heke zext li ser dagirkeriya Tirk, Îran, Sûrî û dewletên din bê kirin, wê bi îhtîmaleke mezin şer raweste.

Heke Amerîka û Yekîtiya Ewrûpa jidil nêzîk bibin, di serî de li Rêber Apo û PKKê, divê dawî li neheqiya li gelê Kurd bînin.

Ev dewlet bi biryarên xwe destekê didin şer û şideta li Kurdistanê.

Divê dawî li vê yekê bê anîn.

MÛRAT KARAYILAN BANG LI AMERÎKA Û YEKÎTIYA EWRÛPAYÊ KIR
“DAWÎ LI NEHEQIYA JI 1923’YAN HETA NIHA DIDOME BÎNIN”

Mûrat Karayilan bi bîr xist, ku ev neheqiya li gelê Kurd ji 1923’yan ve dewam dike û got, divê êdî dawî li vê siyaseta neheq û şaş bînin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê ev bang li Amerîka û Yekîtiya Ewrûpayê kir:

Navê terorê li têkoşîna gelê Kurd nekin û dest ji vê bêwijdanî, neheqî û bêedaletiyê berdin.

Nebin hevkarên komkujiyên li Kurdistanê.

Gelê me ev 100 sal in, li dijî vê siyaseta şer li ber xwe dide.

Vê berxwedanê fêm bikin û dawî li vê siyaseta xwe bînin.

Mûrat Karayilan di hevpeyvînê de bi awayekî berfireh behsa têkoşîna gelê Kurd û PKK’ê ya ji bo azadiyê kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv