LÎSTEYA GEWR A FATF’Ê
TIRKIYEYA ERDOGAN DESTEKÊ DIDE TERORÎZMÊ
Hêza Erka Çalakiya Malî ya Navnetewî FATF’ê ji ber ku dewleta Tirk perê reş spî dike an go perê bê qeyd dixe nav piyasê û destekê dide terorîzmê di heqê wê de hin biryaran girtin.
Li gorî biryaran êdî dewleta aaTirk jî ket lîsteya gewr ku wê ji aliyê FATF’ê ve were şopandin.
Saziya malî girêdayî OECD’ê ye ku navenda xwe li paytexta Fransa Parîsê ye.
Saziya navborî destnîşan kir ku wan di sala 2019’an de jî Tirkiyê xistiye ber lêpirsînê lê niha ew xistine nav listeya gewr.
Serokê FATF’ê Marcus Pleyer di daxuyaniya çapemeniyê de destnîşan kir ku lazim e aktîviyeyên diravî û malî yên Tirkiyê divê baş werin şopandin.
Hêjayî bibîrxistinê ye di lîsteya gewr de dewletên weke Sudan, Yemen , Sûriye hene ku li van welatan şerê navxweyî û midaxaleya derve dewam dike.