LI DIJÎ GERÎLA BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
JI PARLAMENA ÎTALÎ PÊŞNIYAZA LÊKOLÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
Parlementerê Îtalyan Erasmo Palazzotto têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî pêşniyaznameyek da meclîsê.
Palazzoto di pêşniyaznameyê de dibêje dewleta tirk li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kartîne.
Parlamenê Îtalî têkildarî mijarê pirs ji Wezarên Karên Derve û Wezîrê Hevkariya Navneteweyî kir û got:
Li himberî van kiryarên dewleta Tirk û binpêkirina peymanên navneteweyî wê têkevin nav hewildanan an na?
Palazzoto di pêşniyaza xwe de bal kişand ser sûcên şer ên dewleta tirk jî.
Parlamenter diyar kir ji 23’ê Nîsanê û vir ve li ser Başûrê Kurdistanê li dijî gerîla kîmyewî tên bikar anîn û ji parlamentoyê xwe li himberî van sûca bêdeng nemîne.