Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hêzên PDK’ê destûr neda dayîk derbasî Başûrê Kurdistanê bibin

 

ÇALAKIYA LI DERIYÊ SÊMALKA DI ROJA 17’AN DEYE
HÊZÊN PDK’Ê DESTÛR NEDA DAYÎK DERBASÎ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BIBIN

28’ê Tebaxê dema komeke gerîla dema Ava Zapê derbas dikirin li herêma Xelîfanê hêzên PDK’ê êrişî wan kir.

Di êrişê de ji koma gerîla ya 7 kesî 5 ji wan şehîd bûn, aqûbeta gerîlayekî jî nayê zanîn.

Ji gerîlayên şehîd Tolhildan Raman û Serdem Cûdî ji Rojavayê Kurdistanê bûn.

Malbatên wan piştî bûyerê hesiyan daxwaza cenazeyên xwe ji PDK’ê kirin.

Lê PDK’ê tu bersiv neda.

Li ser vê yekê 5’ê Cotmehê xelkê Rojava bi pêşengiya saziya malbatên şehîdan berê xwe dan deriyê Sêmalka.

Ji ber ku PDK’ê bersiv neda daxwazên wan li deriyê Sêmalka kon vedan û dest bi berxwedanê kirin.

Ji wê rojê ve ango ev 17 roj in şêniyên herêma Cizîrê bi girseyî berê xwe didin qada çalakiyê û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re şermezar dikin.

Careke din komeke ji endamên meclîsa dayikên aştiyê yên herêma Cizîrê, berê xwe dan Başûrê Kurdistanê.

Dayikan xwestin nameyekê radestî serokê PDK’ê Mesûd Barzanî bikin.

Li ser pira di navbera Rojava û Başûr de hêzên PDK’ê pêşî li dayikan girt û destûr nedan.

Nûçegihana me Amara Bawer ew kêlî ragihandin..

Li ser astengkinê, dayikan dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Dayikan diyar kir ku heta ew cenazeyên şehîdên xwe bigirin wê têbikoşin û ev peyam dan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv