“DEM NIHA YE JI OCALAN RE AZADΔ
UNITE THE UNION BANG LI SENDÎKAYAN KIR KU DESTEKÊ BIDIN KAMPANYA AZADIYA RÊBER APO
Fikir û ramanên Rêber Apo li cîhanê deng vedaye.
Li gelek welatên cîhanê, rewşenbîr, siyasetmedar, sendîkavan înîsiyatîf avakirine û azadiya Rêber Apo dixwazin.
Ji vana ya herî bi bandor jî Însiyatîfa “Freedom for Ocalan” e ku li Brîtanyayê xebatê dimeşîne.
Sendîkaya Karkeran a Brîtanyayê ku xwedî milyonek ê 300 hezar endam e Unite the Union, hema bêje tevahiya salê ji bo azadiya Rêber Apo xebatê kirin.
Sendîkayê vê kampanyayê bi dirûşma “Dem Hatiye ji Ocalan re azadî, li Kurdistanê Aştî” meşand.
Îro jî di konferansa xwe de dîsa dewa azadiya Rêber Apo kir.
Delegasyona sendîkayê wêneyên Rêber Apo bilind kirin û ji sendîkayan xwestin ku tevli kampanyayê bibin.
Di konferansê de her wiha hat xwestin ku dewleta tirk jî dev ji polîtîkayên şer berde û bi aliyê Kurd re li prosesa diyalogê vegere.