TERORA REJÎMA ÎRANÊ
KOLBEREKÎ DIN LI SERDEŞTÊ HAT KUŞTIN
Rejîma Îranê 18’ê Îlonê li ser sînorê herêma Dolebî ya bajarê Serdeştê gule li kolberan reşand.
Di gulebaranê de kolberê bi navê Umêd Mihemedzade yê 39 salî jiyana xwe ji dest da.
Umêd Mihemedzade bavê 3 zarokan bû.
Cenazeyê bavê 3 zarokan Umêd Mihemedzade li nexweşxaneya Serdeşt tê ragirtin.