LI EFRÎNA DAGIRKIRÎ
ÇETEYÊN DEWLETA TIRK 3 SIVÎL REVANDIN
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Mabata ya Efrînê 3 kesan revandin.
Ji şêniyên gundê Xelnêrê yê navçeya Mabata Xerîb Ismaîl Hesen cara duyemîn e ku li ser benda kontrolê ya gundê Kefercenê tê revandin.
Di êrişa ser gundê Gemrokê de jî, welatiyên bi navê Ebdo Mihemed Omer û Mihemed Hisên Şêxo hatin revandin.
Çeteyan kesên revandine ber bi cihekî nediyar ve birine.