ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK Û ÎRANÊ
ÇIYAGERAN BI DAXUYANIYEKÊ ÊRIŞAN ŞERMEZAR KIR
Koma Çiyagerên Ciwanên Welatparêz û Jinên Têkoşer, tevî çend komên din, li navçeya Pênçiwên a Silêmaniyê li dijî êrişên dewleta Tirk û Îranê daxuyaniyek hevbeş dan.
Çiyageran bal kişandin ser dewlemendiya xweza Kurdistanê û diyar kirin ku ji aliyekê dewleta Tirk a faşîst û li aliyê din jî Îran êrişî vê xwezayê dike.
Li dijî van êrişan banga hestiyariyê li gel û aliyên peywendîdar tê kirin, ku li hemberî van êrişan bêdeng nemînin.