DEWLETA TIRK XWEZAYA KURDISTANÊ DIŞEWITÎNE
EV HEFTEYEKE DARISTANÊN ÇIYAYÊ GEBARÊ DIŞEWITIN
Artêşa Tirk a dagirker, beriya hefteyekê li qadên Şêx Osman, Şeşçala, Çîyayê Bizinê, Êwan û Bênatê ên herêma Gabara Şirnexê dest bi tevgereke berfireh a dagirkeriyê kir.
Di vê tevgera xwe ya dagirkeriyê de jî, agir berda derdora gundê Bunisra.
Şêniyên heremê xwestin bi îmkanên xwe mudaxeleyî şewatê bikin, lê eskeran destûr nedan.
Ji ber vê yekê jî agir her diçe belav dibe û di nava hefteyekê de qadeke berferih a daristanê şewitiye.
Li quntara Çiyayê Cudî ku dikeve aliyê bajaroka Gundikê Melê jî şewat derket û nehatiye tefandin.