TEKILIYÊN REJÎMA TIRK BI AMERÎKA Û RÛSYAYÊ RE
KIRÎNA SÎSTEMA PARASTINÊ YA RÛS JI BO NATO’YÊ DIBE NAKOKÎ
Şefê rejîma Tirk Erdogan piştî civîna bilind a Neteweyên Yekbûyî, ji televizyona CBS a Amerîkî re axivî û da xuya kirin ku wê sîstema parastinê S-400 a Rûs careke din bikire.
Bi vê yekê, dewleta Tirk li dijî NATO’yê jî gavek davêje.
Sîstema parastinê S-400, li dijî balefirên NATO’yê ku Amerîka dixwaze bifiroşe artêşa Tirk jî gefeke mezin pêk tîne.
Hikumeta Amerîkî ji ber vê gefê, di kanûna sala borî de, ambargoyeke danîbû ser Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk.
Daxuyaniyên nû yên Erdogan bûn sebeb ku Amerîka ambargoyên wêdetir nîqaş bike.
Erdogan wê vê heftê bi serokdewletê Rûsya Vladimir Putîn re jî hevdîtinek bike.
Tê payîn, bazara wan bi teybetî di derbarê Rojavayê Kurdistanê û Rêvebiriya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûrî de be.