Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Di hilbijartinên federal ên Almanyayê partiyên sîstemê piraniya dengan wergirtin

 

HILBIJARTINÊN FEDERAL ÊN ALMANYAYÊ
PARTIYÊN SÎSTEMÊ PIRANIYA DENGAN WERGIRTIN

60 milyon hilbêjêrên Almanyayê, ji bo nûkirina parlemena federal dengên xwe bi kar anîn.

Aliyekî balkêş ê vê hilbijartinê, beşdariya zêde ya jinan bû.

Ji 31 milyon ê hilbijêrên welatiyan, ji jinan pêk hatin û bi vî awayî jin di aliyê hejmarê de ketin pêşiya hilbijêrên mêr.

Herwiha, piştî 16 salan, cara pêşiyê hilbijartinekê bêyî namzetiya Angela Merkel hat lidarxistin.

Di vê hilbijartinê de Armîn Laşet di dewsa Merkelê de Partiya Xristiyanên Demokrat temsîl kir.

Lê belê encamên hilbijartinê, xweziya Laşet di gewriya wî de hişt û deriyê serokwezîrtiyê jê re girt.

Di vê hilbijartinê de Partiya Sosyal Demokrat SPD bi wergirtina ji 25.7’ê dengan, bû partiya yekemîn a parlemenê.

Bi vî awayî nûnerê vê partiyê Olaf Şoltz ji bo serokwezîrtiya Almanyayê ket pêşiya hemû namzetên din.

Herdû partiyên Xiristiyan CSU-CDU ku hevpeymanê hev in, dengên xwe gelek kêm kirin û bi zorê sedî ji 24’ê dengan bi dest xistin.

Partiya Kesk wekî ji encamên anketan jî diyar dibû, di encama vê dengdanê de bû partiya sêyemîn.

Kesk, bi qasî 5.8 ji sedî dengên xwe bilind kirin û şensê xwe yê bo koalîasyonekê zêdetir kirin.

Lewma jî namzet û endamên partiyê bi dûv ragihandina encaman hatin cem hev û pîrozbahiyekê li dar xistin.

Partiya lîberal FDP 11.5 ji sedî dengan girt û bingeha xwe ya siyasî parast.

Hilbijartina federal a Almanyayê, ji bo du partiyên mixalifê sîstemê encamên negatîf bi xwe re anîn.

Partiya çep Dîe Linke dengên xwe nîvenîv kêm kirin û encax 4.9 ji sedî dengan bi dest xistin.

Partiya nîjadperest û antî-penaber AFD’ê jî dengên xwe kêm kirin lê digel vê jî 10 ji sedî dengan wergirt.

Bi van encamên hilbijartinê, wê tu partî nikaribe bi tena serê xwe hukumetê ava bike.

Ji bo avakirina hukumetê, li gorî arîtmetîka dawî ya parlemenê hin senaryo tên pêşniyazkirin.

Senaryoya herî xurt, ji koalîsyona du partiyên gewre yên sîstemê pêk tê.

Lê ji ber hejmara wekîlên her du partiyan têr nake, pêdivî bi hevkariya FDP’ê an Keskan heye.

Ev jî ji niha ve girîngiya siyasî ya her du partiyan ya ji bo koalîsyinê derdixe asta herî bilind.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv