Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hewl dan êrişî wekîla HDP’ê Tulay Hatîmogûllari bikin

Alîkara Hevserokên HDP’ê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku 2 kesên hatin ber deriyê wê xwe weke polîsên sivîl dane naskirin û hewl dan bikevin hundir.

Alîkara Hevserokên HDP’ê parlamenter Tulay Hatîmogûllari li mala xwe ya li Enqereyê bû hedefa hewldana êrişekê.

Hatîmogûllari anî ziman ku roja 24’ê Îlonê du kes hatin ber deriyê mala wê, xwe weke polîsên sivîl dane naskirin û jê xwestin ku derî veke. Hatîmogûllari got, “Du polîs hatin mala min û bi israr xwestin ku ez derî vekim. Min ji wan re got ku e wekîl im. Min jê re got ku ez ê agahiyê bidim emniyetê. Em ê agahiyên berfireh ên li ser mijarê sibe eşkere bikin.”

Hatîmogûllari diyar kir ku têkildarî bûyerê wan dest bi karên hiqûqî yên pêwîst kirine.

Daxuyaniya li ser hewldana êrişê wê îro saet di 11:30 de li Navenda Giştî ya HDP’ê ji aliyê Tulay Hatîmogûllari û Alîkarê Hevserokên HDP’ê yê ji Mafên Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar Umît Dede ve bê dayin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv