Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulistan Çiya Îke: ‘Rojava bi gorî axatiya xwe dikin’

 

ROJAVA BI GORÎ AXATIYA XWE DIKIN
GULISTAN ÇIYA ÎKE / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Tayyîp Erdogan bang li Emerîkayê dike, dibêje; tu jî bi me re be, em bikevin wan deran, bila koçber hemû vegerin, li Sûriyê bila îstîqrar çêbe. Bi awayekî eşkere teklîfê li Emerîka û Koalîsyona Navneteweyî dike, dibêje; werin bibin şirîkê qirkirina Kurdan. Heke hûn destekê nedin polîtîkayên me yên qirkirinê, em ê vî karê xwe bi Rûsyayê re bikin. Bi vî awayî jî şantajê li wan dike. Eşkere dibêje; her kî bi min re tevli herekata dagirkirina Rojava û qirkirina Kurdan bibe, em ê bi wan re bixebitin.

Bi vî rengî gera wî ya ji bo peydakirina hevkarekî, ji bo dinyayê jî û ji bo mirovahiyê jî şermeke mezin e. Her çi kesê ku li dijî vî faşîstî dengê xwe dernexe, ew ê jî qirêj bibe û bişibe wî. Tayyîp Erdogan dibêje; Emerîka çekan ji YPG’ê re dişîne, em nikarin lê temaşe bikin. Bi vê gotinê, esas, gefê dixwe ku êrişî Rojava bike. Heta niha kesî nedîtiye ku Emerîkayê ji YPG’ê re çek şandine. Bi tenê ji bo ku li dijî DAIŞ’ê şer bikin, hin çekên sivik dane. Ev çek jî jixwe di piyaseya Rojhilata Navîn de jî tên peydakirin. Çekên ku behsa wan tê kirin, bahane ne. Tişta ku Erdogan jê aciz e xwebirêvebirin û xweparastina Kurdan e; ew bi Ereb û Suryanan re herêma xwe bi xwe bi rê ve dibin. Ew ditirsin ku ev baxçeyê azadî û demokrasiyê, tesîrê li Bakurê Kurdistanê bike. Tekane sebeba êrişa li dijî Rojava ev e.

Li ku dera dinyayê dibe bila bibe, dema ku dewletek rabe bi qasî çend metreyan be jî sînorê dewletekê binpê bike, ev dibe rojev. Heta krîzên mezin ên siyasî derdikevin holê. Lê dema ku artêşa Tirk sînorên xwe derbas dike, qadeke bi deh hezaran kîlometre dagir dike, ev weke rewşeke normal tê dîtin. Ev jî nîşan dide ka çiqas berjewendiyên qirêj hene. Ji ber van têkiliyên qirêj kes dengê xwe li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk ku li bakur, rojava û başûrê Kurdistanê dike, dernaxe. Ji vî aliyî ve Emerîka û Ewrûpa dibin şirîkê qirkirina Kurdan. Dixwazin van sûcên xwe yên qirkirinê jî bi têkiliyên xwe yên hin rêxistinên Kurdan binixumînin. Lê divê baş bizanin ku ti têkiliya bi rêxistineke Kurdan re wê ser şirîkatiya qirkirina Kurdan a Emerîka û Ewrûpayê negire.

Dewleta Tirk van êrişên xwe yên dagirkeriyê, guhertina demografyayê, polîtîkaya xwe ya qirkirinê bi têkiliya xwe ya bi ENKS’ê re ku hevkar û xiyanetkar e, dixwaze meşrû bike û binixumîne. Dewleta Tirk dagirkirina Efrînê jî û ya Serêkaniyê jî bi têkiliya xwe ya bi ENKS’ê re xwest rewa û normalîze bike. Ya ku vê xiyaneta ENKS’ê erê kir û teşwîq kir jî PDK ye. Yan na ENKS cesaret nedikir ku di vê astê de bikeve nava xiyanetê. Heke dagirkeriyeke nû çêbe divê herkes zanibe ku di nava vî karî de ENKS heye. Qey waed kirine ku cihên weke Dêrik û Rimêlanê bidin ENKS û PDK’ê. Yanî wê ji sedî 80’yê Rojava ji dewleta Tirk û qirkirinê re bihêlin. ENKS bi xwarina hatina nefta vê derê wê axatiyê bike. Wisa tê fêmkirin ku planeke wisa ya xiyanetê di dewrê de ye.

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê di serî de Kurd li ser serê gelên Rojhilata Navîn bûye bela. Heta li serê mirovahiyê hemûyî bûye bela. Lazim e ev îqtîdara faşîst û dîktatorê wê, baş werin teşhîrkirin. Divê mirov hêzên demokrasî û azadiyê yên cîhanê hemûyan li dijî faşîzma AKP-MHP’ê rake ser piyan. Tayyîp Erdogan di vegera ji civata giştî ya Neteweyên Yekbûyî de got; li Tirkiyê pirsgirêka Kurd tine ye. Bi vê yekê eşkere îlan kir ku dixwaze Kurdan qir bike. Ev yek jî nîşan dide ku gelekî girîng e “Pêngava Dem Dema Azadiyê ye” ya KCK’ê li çar beşên Kurdistanê û cîhanê bi hevparî were meşandin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv