Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

‘Têkbirina komploya 9‘ê Cotmehê, têkbirina komploya li ser Şengalê ye’

Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê (KCÊE) komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir û ragihand: “Azadiya Rêber APO azadiya civaka Êzidî ye, têkbirina komploya 9‘ê Cotmehê têkbirina komploya li ser Şingalê ye.”

Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê (KCÊE) bi daxuyaniyekê komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku dawîanîna dîlgirtin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanîna raman û felsefeya wî, wê jiyan û siberojek azad li Êzîdxan, Kurdistan û Rojhilata Navîn pêkan be.

Berfirehiya daxuyaniyê bi vî rengî ye:

“Em wek Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê (KCÊE) di serî de vî Komployî bi tûndî şermezar dikin.

Beriya 23 salan di 9’ê Cotmeha 1998’an de, Rêber Apo bi komplo û êrişek navneteweyî ji Rojhilata Navîn hat derxistin. Ev Komplo û êrişa ku li dijî Rêber Apo, bi tevlîbûna gelek hêzên herêmî û navneteweyî hat lidarxistin.

Di sêrî de, rêveberiya Dewletên Yekbûyî ya Emerîkayê (DYE), Rûsya û gelek hêzên navneteweyî û herêmî di nav vê kopmloyê de cih girtin. Di encama vê êriş û komploya ku li hember Rêber Apo hat pêkanîn, bi esaret û dîlgirtina ku heya roja me didome de, êriş, komplo û esaret li hemberî tevahiya Rojhilata Navîn, çarenûsa gelan, azadî, demokrasî û jiyana hevbeş ket meriyetê. Di kesayetiya Rêber Apo de, êriş li hemberî civak, gel, bawerî, hêzên demokrasî û aştîxwaz yên derveyî pergala desthilatdar û hegemonîk pêk hat.

Bi komploya li hemberî Rêber Apo re, bingehê şerê li Rojhilata Navîn, ku di encamê wî de bi sedhazaran kes hatin kuştin, bi deh milyonan kes ji cih û warê xwe qut bûn, bi sedan bajar, bajarok û gund bi tevahî hatin rûxandin.

Îro 30 salin ku li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn şerê sêyemîn ên cîhanê tê meşandin. Kurdistan jî di navenda vî şerî de ye. Bi komploya ku dijî Rêber Apo hat kirin û bi dîlgirtina wî ya ku heya roja me ya îro didome, pêvajoya vî şerî gihişt asteke nû.

Ji ber ku dizaynkirina Rojhilata Navîn li ser dizaynkirina Kurdistanê pekan bû, hêzên hegemonîk, pêwîstî pê dîtin ku hêza sereka ya gelê Kurd û rêberê wê ku jiyanek azad, wekhev û di nava aşitiyê de ji bo hemû gelên li herêmê ji xwe re kirine armanc, were tasfiyekirin û bê bandorkirin.

Ev 23 salin hêzên komploger, hegemonîk, desthilatdar û qirker li hemberî civaka Êzîdî, gelê Kurdistanê û gelan li ser kar in. Bi taybetî jî di roja 9‘ê Cotmehê de, li hemberî gelê Kurd û Kurdistanê êriş, pîlan, komplo û qirkirinan pêk tînin.

Di 9’ê Cotmeha 2019’an de, komplo û dagirkeriya li Serêkaniyê û Girê Spî pêk hat.

Serêkaniyê û Girê Spî bi komplo û hevkariya DYE û Rûsyayê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin dagirkirin û di encamê de bi sed hazaran kes ji cih û warê xwe bûn, bi sedan kes jî hatin qetilkirin.

Hêzên komploger, dagirker û qirker di 9’ê Cotmeha 2020’an de, biryara fermanek nû li hemberî civaka Êzdî û  Şengalê jî dan.

Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an ne tenê li dijî Şengal û civaka Êzîdî ye. Di kesayetiya Şengal û civaka Êzîdî de, li dijî tevahiya Kurd û Kurdistanê peymana komplo, qirkirin û dagirkirinê hat îmzakirin. Bê çawa di 9’ê Cotmeha 1998‘an de, di kesayetiya Rêber Apo de, li dijî Tevgera Azadiyê, Gelê Kurd û Kurdistanê komplo hat destpêkirin, di 9‘ê Cotmeha 2019‘an de, bi êrişa dagirkeriyê ya Girê Spî û Serêkaniye berdewam kir, dîsa di 9‘ê Cotmeha 2020‘an de, bi pilan û komploya li hemberî Şengalê, biryara pêvajoyek nû ya komployê bi armanca qirkirin û dagirkirina tevahiya Kurdistanê hat dayîn.

Di 23 salên dawî de, bi dehan car ispat buye ku, êriş, tecrîd, dîlgirtin û zextên li hemberî Rêber Apo, dibe Ferman, qirkirin û dagirkirin, li hemberî civaka Êzîdî, gelê Kurd, gelên herêmê, Êzîdxan, Kurdistan û Rojhilata Navîn. Bi dîlgirtina Rêber Apo re, civak, gel, azadî, demokrasî, jiyana hevbeş û aştî dîl tê girtin û têkbirin.

Di nava van 23 salan de tiştekî din jî ispat bû, tevî hemû şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn, tecrîd û esareta ku Rêber Apo di nav de ye jî, mirov dikare bêje ku tenê li cih û herêmên ku Tevgera Azadiya Gelê Kurd ya ku xwe bi raman û felsefeya wî birêxistin kiriye, jiyana hevbeş ya li ser hîmê azadî, wekhevî û demokrasiyê heye û pêşî li hêzên qirker, dagirker û hegemonîk tê girtin.

Mînakê vê yekê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengal in. Ji bona misogerkirina Xweseriya

Şengalê û Bakur Rojhilatê Sûriyê û avakirina jiyana hevbeş li tevahiya Kurdistan û Rojhilata Navîn, divê demildest dawî li tecrîd û dîlgirtina Rêber Apo bê anîn û ew bi awayekî fîzikî azad bibe.

Heya Rêber Apo dîlgirtî be, wê hêviya jiyana azad, wekhev û demokrasiyê jî dîlgirtî be, dawîanîna dîlgirtin û tecrîda li ser wî û pêkanîna raman û felsefeya wî, wê jiyan û siberojek azad li Êzîdxan, Kurdistan û Rojhilata Navîn pêkan be.

Çawa armanca dijminên Gelê Kurd, a Komploya li hemeberî Rêber Apo ku di kesayeta wî de, têkçûna serhildana Gelê Kurd a 29´emîn bû û bi Berxwedana Gelê Kurd vale derket, dibê em wusa jî peymana Bexda û PDKê a li hemberî xweseriya  Şengal, ku berdewamiya vî Komployî ye, bi Berxwedanek mezin têkbibin.

Li ser vî esasî, em wek Koordînasyona Civaka Êzîdî li Ewropayê, bang li tevahiya civaka Êzîdî dikin ku li herderê tevî çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo bibin û pêşî li hişmendiya faşîst, qirker û komploger bigrin. Bi dawîanîna dîlgirtina Rêber Apo û bi pêkanîna azadiya wî a fîzikî, wê dawî li peymana Bexda-PDK’ê jî bê anîn û  Şengal jî bibe xwedî statu û siberojek azad.

Bi pêkanîna azadiya Rêber Apo, emê berpirsyariya xwe ya dîrokî, li hemberî hemû cangoriyên Êzîdxan, Kurdistan, mirovahiyê, qurbaniyên 73 fermanan û Rêber Apo bînin cih.

Em bang li tevahiya Kurdistanî û dostên gelê Kurd jî dikin ku tevlî pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ û kampanyaya ‘Azadiya Rêber Apo’ bibin û sala 24’an a komployê bêxin sala azadiya Rêber Apo, Kurdistan û Rojhilata Navîn. Bi azadiya Rêber Apo re, wê dawî li şer, komplo, dagirkerî û qirkirinê bê anîn û aştî misoger bibe.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv