Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rojnameya Jyllands-Posten tam rûpel îlana ‘Ji Ocalan re azadî’ weşand

Rojnameya Danîmarkî ya xwedî tîrajek herî bilind Jyllands-Posten, di salvegera komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêber Apo de, tam rûpel îlana ‘Ji Ocalan re azadî’ weşand.

Rojnameya Danîmarkî ya xwedî tîrajek herî bilind Jyllands-Posten, di salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, tam rûpel îlana ‘Ji Ocalan re azadî’ weşand.

Rojnameya ku rojan e 20 milyon kes dişopîne, bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, qala xeyalê Neo-Osmanî yên Serokkomarê Tirk Erdogan ku bi polîtîkayên yek kesî, bi awayekî sîstematîk zilê li gelê Kurd û muxalefetê dike. Balê dikişîne ser xebatên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd û şexsiyetên cîhana akademiyên siyasî, hunermend, dadwer, hiqûnas ên li Danîmarkayê destekê didin azadiyê. Dîsa Konfederalîzma Demokratîk a Ocalan li hucreyên girtîgehê de nivîsandî.

Di dawiya îlanê de jî tê destnîşankirin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê zêdetir xebatên dorfireh bên kirin, daxwaz ji Danîmarka hate kirin ku zêdtir aktîf di têkoşîna demokrasiya Tirkiyeyê de bibe xwedî rol.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv