Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

‘Azadiya Rêber Apo azadiya mirovahiyê ye’

 

Jinên Şengalê anî ziman ku Komploya 9’ê Cotmehê û Peymana 9’ê Cotmehê yek in û got: “Em ê ji bo Rêberê xwe her tiştî bikin. Heta Rêber Apo azad nebe, gel azad nabe. Azadiya Rêber Apo azadiya mirovahiyê ye.”

Jinên Şengalê yên Komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin diyar kir ku li kûderê têkoşîna azadî û demokrasiyê bê kirin dijminên gelê Kurd êrîşî wan dikin. Jinan got: “Em ê ji bo azadiya Rêberê Xwe û xweseriya xwe têkoşîn bikin.”

Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Edûl Şemo û Nazê Sehdo di salvegera 23’an a Komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, ji ANF’ê re axivîn.

Edûl Şemo Komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat şermezar kir û got: “Rêber Apo ji bo tevahî mirovahiyê felsefeya jiyana azad afiran.”

’23 SAL IN KOMPLO VALA DERDIKEVE’

Endama TAJÊ’ê Edûl Şemo diyar kir ku di 9’ê cotmehê de nekarîn komployê ser bixînin û wiha pêde çû: “Ji roja kompiloyê û heya niha hewl didin kû Rêberê me tune bikin. Lê nikarin vê biser bixin, ji ber ku Rêberê me xwedî fikir û îradeyeke azad e. Ji bo wê ev 23 sal e ku komplo vala derdikeve.”

‘HER ROJ ÇEKÊN KÎMYEWÎ DIBARÎN, XWEZAYÊ TALAN DIKIN’

Şemo bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bibîr xist ku tecrîda li ser Ocalan 22 sal e dewam dike. Şemo got: “Ev ne egîdî û mêraniya dewletên desthilatdar e. Eger ku dewletên desthilatdar egîd in ger jêhatîne bila li çiyayê Kurdistanê şerekê li gor pivanên mirovahiyê sing bi sîng bidin meşandin. Lê ew ji ber ji maf, edalet, exlaq û pivanên mirovî dûr in, ji bo wê li her deverê şerê dijî exlaq didin meşandin. Ji bo wê ye ku li çiyayên Kurdistanê roj nîne ku çekên kîmyawî ne barînin. Xwezayê qetil dikin, kesan direvînin û winda dikin.”

‘ÊZIDÎ RÊBER APO WEKE RÊBERÊ XWE DIBÎNE’

Edûl Şemo anî ziman ku civaka Êzdî xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derdikeve û wiha pêde çû: “Dewletên desthilatdar dema li ber berxwedana Rêber Apo winda dike, berê xwe dide qadên gerîla. Dema ji destê gerîla jî derbên xurt dixwe, vê carê jî berê xwe dide gel ê li ser fikir û ramanên Rêber Apo xwe ji nû ve afirandî. Rêberê me xwedî fikreke demokratike ji bo wê ye gel tev Rêber Apo weke Rêberê xwe dibinin. Gelê Şengalê jî Rêber Apo weke Rêberê xwe dibinin. Ji ber ku Rêber Apo em ji fermanê rizgar kirin wî kir ku em Êzidî xelas nebin. Ji bo wê em gelê Êzidî heya em hene; em ê xwedî li Rêberê xwe derbikevin.”

‘KOMPLOYA 9’Ê COTMEHÊ Û PEYMANA 9’Ê COTMEHÊ YEK E’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Edûl Şemo destnîşan kir ku Komploya 9’ê Cotmehê û Peymana 9’ê Cotmehê ya li ser civak Êzidî xwestin pêk bînin yek in û ev nirxandin kir: “Kompiloya 9’ê Cotmehê û Peymana 9’ê Cotmehêbi hev ve girêdayîn ne. Di encamê de dixwazin ku fikra Rêberê me tune bikin. Her sal divê dîrokê de dewleta Tirk û hevkarên wî êrîşê me dikin, êrîşê gele Kurd dikin. Em Êzidî û Kurd heya dawiyê li ber xwe bidin, têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ji bo Rêberê xwe azad bibe em ê hertiştî bikin.”

‘EM BESÎ XWE NE, BÊN EM Ê LI BER RABIN’

Edul Şemo bal kişand ser hewldanên PDK’ê yên dagirkirina Şengalê û wiha got: “Fikre Rêber Apo li kûderê hebe, li wir berxwedan û tekoşîn heye. Em ê jî bi wî fikrî li ber xwe bidin. Dewleta Tirk dixwaze li Başûrê Kurdistanê hemû pîlanên xwe yên qirêj pêk bîne. Em ê nehêlin li ser axa Şengalê xiyanetkar bijîn. Hatina pêşmergeyan a serê mehê jî bi heman peymanê ve girêdayî ye. Aştî Koçer ew kes e ku bûyî sedema qetilkirina keç û xortên me. Piştî vê wê çawa bên. Ew bi xwe reviyane. Kesek wan ne qewitandiye, ew bi xwe direvin; em nemuhtacê wan in. Em bi xwe besî xwe ne. Eger dîsa werin em ê rabin ser xwe. Pîlanên wan û Komploya li hemberî Rêberê me bigire heya hatina wan ya Şengalê bi hev ve girêdayî ye. Em ê jî weke Rêberê xwe tekoşînê bikin û em ê bi ser bikevin. Em ê Rêberê xwe bi fîzîkî azad bikin.”

KOMPLO BI SAYA FIKRÊ AZAD Ê OCALAN BI SER NEKETIYE

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Nazê Sehdo ya ji Dugurê komplo şermezar kir û destnîşan kir ku komplo di roja îro de jî didome. Sehdo anî ziman ku eger komplo bi ser neketiye bi saya fikrên azad ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

‘JINAN XWE BI FIRKRÊ RÊBER APO PÊŞ XISTINE’

Nazê Sehdo diyar kir ku di di 9’ê Cotmehê de dijminên Kurdan tim êrîşî Kurdan û Êzidiyan kiriye. Sehdo destnîşan kir ku ew weke jinên Êzidî bi fikrê Rêberê Gelê Kurd Abudllah Ocalan xwe pêş xistine û ji bin zilmê derketine. Sehdo got: “Ji bo bibin layîqî Rêbertiya xwe em ê her tim têbikoşin.”

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Nazê Sehdo bal kişand ku tim vê dîrokê li ser Şengalê pîlanên qirêj tên kirin.

‘EM Ê JI BO AZADIYA RÊBERÊ XWE Û XWESERIYA XWE TÊBIKOŞIN’

Nazê Sehdo ev anî ziman: “Ev ji fikrê Rêber Apo ditirsin, ji bo wê yek ku li kuderê, gel serê xwe radikin û daxwaza mafê xwe dikin. Ew dixwazin ku gel rane be. Her di bin destê desthilatdaran de bimîinin. Lê em gelê Şengalê, jinê Şengalê tu caran li bermberî van pîlanan bêdeng neminin. Emê her tim ji bo azadiya Rêberê xwe ji bo avakirina xweseriya xwe tekoşîn bikin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv