Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Parêzer Zuhal Işik derbarê tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de nirxandin kir.

 

TECRÎDKIRINA RÊBER APO
PARÊZER ZUHAL IŞIK: SERLÊDANA ME NEHAT BERSIVANDIN

Abdullah Ocalan 23 salin tecrîd kiriye û ji 25’ê adarê û vir ve jî hevdîtin çênabin.

Li dijî vê tecrîdê parêzer û gelê kurd di nava hewldanan de ne.

Cîgira Serokatiya Baroya Amedê, parêzer Zuhal Işik derbarê tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de nirxandin kir.

Zuhal Işik diyarkir ku tecrîd rêbazeke li dijî rûmeta mirovahiyê ye û wiha got;

Di vê sedsalê de hîna tecrîd tê axavtin û ev jî rewşeke ku mirovan gelek aciz dike.

Li girtîgehên Tirkiyeyê gelek mafên sereke nikarin bên bikaranîn.

Mafê herî sereke, mafê jiyanê ye.

Ev maf hem mevzuatên navneteweyî hem jî ya neteweyî de di bin ewlehiyê de ye.

Lê di demên dawî de wek hûn jî dizanin girtiyê nexweş nayên berdan, li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin.

Zuhal Işik destnîşankir ku derbarê serlêdanên kirine de, wezaret wan venegeriyaye û got;

Baroya Amedê ji ber vê berpirsyariya xwe bi salane têdikoşe.

Buroya Hiqûqê ya sedsalê ev 8 meh in bi muwekîlên xwe yên li girtîgeha Îmraliyê ne re hevdîtin nekiriye.

Ji ber van fikarên cidî hene û agahî ji wan nayê girtin.

Me di vê mijarê de serî li Wezareta Dadê da.

Lê hîna bersivek nehatiye dayîn.

Parêzer Zuhal Işik bal kişand ser nobetên edaletê jî;

Malbat ji 15’ê Mijdarê ve li baroya me di nobeta edeletê de ne.

Daxwaza wan ev e ku girtiyên nexweş li derve bên demankirin.

Ne tenê li Amedê li her derê Tirkiyeyê nêzî 300 hezar girtî hene.

Ji van hezar û 600 girtiyên nexweş in.

Zuhal Işik destnîşankir ku Serlêdana ji bo Aysel Tugluk jî nehat bersivandin û got;

Rewşa Aysel ne baş e, divê rojek berî rojekê were berdan, lazim e di vê mijarê de gavên pêwist bên avêtin.

Em wek Baroya Amedê li dijî binpêkirinên mafan dest ji têkoşîna hiqûqî bernadin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv