ÊRIŞA LI DIJÎ ŞENGALÊ
PARLEMENTERA HDP’Ê FELEKNAS UCA: XWESTIN KOMKUJIYA DAIŞ’Ê KIR TEMAM BIKIN
Balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker 1’ê Sibatê bi awayekî hemwext, êrişî Wargeha Penaberan a Mexmûr, Şengal û Rojava kirin.
Di êrişa li dijî wargeha Mexmûr de 2 damên hêzên parastina cewherî şehîd bûn.
Li Rojava 4 şervan şehîd bûn, 5 karker birîndar bûn.
Di êrîşên li ser 21 noqteyên Şengalê de jî 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û yek jî birîndar bû.
Ev êriş tam 4 seat û nîvan berdewam kir.
Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca êrişên li ser Rojava, Şengal û Mexmûrê nirxandin.
Feleknas Uca diyarkir ku dewleta tirk komkujiya ku DAÎŞ’ê kir xwest temam bike.
Parlementera HDP’ê anî ziman ku êrişên li dijî Êzidiyan di rojên taybet û pîroz ên Êzidiyan de pêk tên.
Feleknas Uca diyarkir ku hedef qirkirina gelê Kurd giştiye.
ÊRIŞA LI DIJÎ ŞENGALÊ
ŞEMÊ REMO: ME CAREKE DIN DÎT KU ARTÊŞA IRAQÊ NIKARÊ EZDIYAN BIPARÊZE
Ji Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî TAJÊ Şemê Temo jî nerazîbûn nîşanî êrişa dewleta tirk da.
Şemê Temo diyarkir ku me careke din dît ku artêşa Iraqê nikare Êzidiyan biparêze.
Şemê Temo berxwedana Mexmûr û Rojava jî silav kir.