TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ
DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN SERLÊDANA JI BO ÎMRALIYÊ RED KIR
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 24’ê kanûna 2021’an de bi daxwaza “tedbîrê”,
Ji bo miwekîlên xwe Rêber APO, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû.
AYM’ê serlêdana parêzeran red kir.
Dadgehê di 12’ê çile de biryara redê daye ,lê ev biryar di 31’ê kanûnê de ji parêzeran re hat ragihandin.
Serlêdan bi hinceta “tu agahî û tiştek neyînî ku talûkeyek cidî bide der, tiştek neasayî nehatiye bidestxistin” hat redkirin.