Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Tammy Duckworth: Dem hatiye ku em bihêlin hevkarên me yên Kurd li Sûrî bi me bawer bikin

 

SENATORA AMERÎKÎ TAMMY DUCKWORTH:
DEM HATIYE KU EM BIHÊLIN HEVKARÊN ME YÊN KURD LI SÛRÎ BI ME BAWER BIKIN

Senatora Amerîkî ya Demokrat Têmmy Dak-Wort bi daxuyaniyek xiyaneta ku rêveberiya Amerîka a dema Donald Trump li gelê Kurd a Rojava kiriye bi bîr xist..

Dak-Wort îşaret bi girîngiya sererastkirina siyaseta rêveberiya nû ya Amerîka li hemberî Kurdan kir û wiha got;

Hevkarên me ên Kurd mil dan milê hêzên Amerîk û ne hiştin DAIŞ biserkeve. Lê belê serokê pêşî Trump pişta xwe da wan.

Lazime em careke din bihêlin ku Kurd baweriya xwe bi me bînin da ku em armancên xwe ên netewî bicih bînin.

Senatora demokrat li hemberî êrişên dewleta Tirk li dijî Rojav, nameyeke ji serokê Amerîka Joe Biden re şand.

Tammy Dak-Wort ku yek ji endamên berê ên artêşa Amerîkayê ye û dema xwe li Iraqê maye anî ziman ku dewleta Tirk bi karên xerab radibe û ji Biden xwest da ku êrişên li hemberî Kurdan rawestîne.

Dak-Wort her wiha ji Biden xwest ku Amerîka desteka xwe ji bo Kurdên Sûrî zêde bike û wiha dewam kir:

Ji bo têkoşîna li dijî vîrûsa Koronayê lazime serok Biden alîkariyê bide Kurdên Sûrî. Her wiha ji bo xebatên avakirinên lazime desteka me zêde bibe.

Senator Dak-Wort encama êirşên dewleta Tirk jî bi bîr xist û wiha got:

Cotmeha sala 2019’an dewleta Tirk êrişeke wêranker li hemberî Kurdan pêk anî. Di encamê de bi deh hezaran kes ji cih û warên xwe bûn.

Wê demê Amerîka Kurd bi tenê hiştin ê vê siyasetê bandoreke mezin li mijara baweriyê kir. Êdî lazime em baweriya di navbera Amerîka û hevkarên xwe ên Kurd jî careke din zindî bikin.

Pêwîste Serok Biden fermî fedekarî û qurbaniyên ku Kurdan di şerê li dijî DAIŞ’ê de dane ragihîne.

Ji bo vê lazime Amerîka zextan li Tirkiyê bike da ku êrişên xwe li dijî Kurdan bidawî bike.

Senator Tammy Dak-Wort dema şerê li Iraqê leşkera artêşa Amerîkayê bû û di encama êrişekê de herdû lingê wê hatin jêkirin..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv