Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zekî Bedran: Di dijberiya Kurdan de dibin yek

 

ZEKÎ BEDRAN / RONAHÎ
DI DIJBERIYA KURDAN DE DIBIN YEK

Wezîrê Karê Derve yê Sûriyê yê kevin Ebdulhelîm Xedam pirtûkek nivîsiye. Hin ji nivîsên wê di ragihandinê de derketin. Têkildarî mijara Kurdan behsa hin hevdîtinên xwe kiriye. Di dema êrişa Emerîka ya ser Iraqê de ihtimala ku Kurd bibin xwedîstatû derdikeve. Beşar Esed û Serokkomarê Îranê Xatemî li ser şerê li Iraqê û geşedanên mûhtemel nîqaşê dikin. Xedam jî di wê hevdîtinê de amade ye. Beşar Esed ji Xatemî re dibêje; mijara sereke ku em û Tirkiyê li ser li hev dikin Kurd in.

Xatemî jî weke wî difikire. Li gorî wan ji bo aramiya herêmê û mayîndebûna desthilatdariya wan divê pêvajoya bê statû hiştin, bê îrade hiştin û tinekirina Kurdan dewam bike. Digel nakokiyên navbera wan ev dijminiya Kudan mijara li hevkirinê ye.

Li Başûr di pêvajoya referandûmê de ev eşkere diyar bû. Enqere û Tehran bilez bûn yek, piştgirî dan Bexdayê û li hemberî Kurdan dest bi êrişê kirin. Di şevekê de herêma Kerkûk û Germiyan stendin. Tirkiyê tangên xwe li Silopya li ser sînor bi cî kirin. Alaya Iraqê û tangên xwe birin cem xwe û gef li başûrê Kurdistanê xwarin. Bi Îranê re tevgeriyan û gotin, emê deriyên sînor bixin destê Iraqê. Kiliçdaroglu jî dibêje, divê em bi Sûriye, Îran û Iraqê re li hev bikin. Ango bila her çar dewlet weke berê Kurdan biperçiqînin, bixin binê kontrola xwe, bihelînin û ji dîrokê rakin. Bi opozisyon, desthilatdar, miliyetgir, mezhebgir û islamîstên xwe ve rêveberên vê dewletê û siyasetvanê wê di dijminiya Kurdan de dibin yek.

Tirkiyê di erdê Iraqê de bi dehan baregehên leşkerî ava kirine. Bi salane van herêman bombebaran dike. Di van rojên dawiyê de dîsa êrişî Garê, Zap û Metîna dikin. Bi awayekî fermî dibêjin emê li wir baregehan ava bikin em li wir mayînde ne. Li hemberî vê Emerîka, Yekîtiya Ewropa, Îran, Iraq û Sûriye nerihet nabin û heta niha ti daxuyanî nedane.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv