Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Meral Çîçek: Wezîrê şer hatiye Başûr gelo?

 

WEZÎRÊ ŞER HATIYE BAŞÛR GELO ?
MERAL ÇÎÇEK / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Wezîrê şerê taybet ê Dewleta Tirk Soysûz di 30’ê Nîsanê de got ewê li Metîna baregeh ava bikin. Yanî wekî li Sûrî ewê li wê derê jî baregeh ava bikin û herêmê têxin bin kontrola xwe. Ev gotinên Soysûz bi awayekî vekirî dagirkirina herêmek başûrê Kurdistanê ye. Her wiha hedefa tevgera wan a dagirkeriyê jî eşkere dike. Lê ji aliyê rêveberiya hukûmeta herêma Kurdistanê ti daxuyanî nehat dayîn. Yên ji bo hebûna gerîlayên azadiya Kurdistanê re dibêjin dagirker, li dijî planên dagirkeriya Dewleta Tirk bêdeng in.

Piştî gotinên Soysûz bi rojekê wezîrê şer ê Tirk Hûlûsî Akar û fermandarên Artêşa Tirk çûn ser sînorê Başûr. Ew herêma ku çûn li navçeya Şirnex Qilebanê ye. Lê Dewleta Tirk wekî ku ev heyet çûbe Başûrê Kurdistanê eşkere kir.

Rejîma faşîst nîvê şerê xwe li hewayê, nîvê din jî bi şerê taybet dimeşîne. Di dema êrişa tevgera dagirkeriyê ya Garê de dîmenên havînî nîşan dan. Niha jî baregehek xwe ya li bakur wekî ku Başûrê Kurdistanê be nîşan dan.

Tişta ecêb jî çapemeniya başûr jî li gorî vê derewê tevgeriya, dîmen û wêneyên wan parve kirin.

Eger çûbana, ma bi tena serê xwe karîbûn sînor derbas bikin. Ev yek ne mumkun e.

Hukûmeta Iraqê jî li ser vê yekê bang li sefîrê Tirk ê li Bexdayê kir û gotinên Soysûz şermezar kir.

Lê ji hukûmeta Başûr ti daxuyanî tineye. Dema ku tevgera dagirkiyê li dijî Heftanînê dest pê kir di çapemeniya başûr de qala wê dihat kirin. Lê li dijî gotinên Soysûz rayedarek jî naaxive.

Wekî din Hûlûsî Akar di axaftinek xwe de jî qet qala serkeftina Artêşa xwe nekir. Dev ji serkeftinê berdin, ji bo operasyonê eskerên xwe îkna dikir. Her wiha diyar kir ku ew nikarin hin tiştan ji NATO re bidin fêmkirin.

Xuyaye ku karê wan bi rêve naçe. Ji bo ku rastiyê binixumînin wê careke din serî li rêbaza şerê qirêj bidin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv