Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ferda Çetîn: Tekerên helîkoptera li hewayê

 

TEKERÊN HELÎKOPTERA LI HEWAYÊ
FERDA ÇETÎN / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Wezîrê Tirk Hûlûsî Akar li ser êrişên dagirkeriyê li dijî Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da. Aliyekî daxuyaniyê têkçûn û îtîrafa wendakirinê bû. Aliyê din jî têkildarî rewabûna ku Dewleta Tirk li bendê bû.

Hûlûsî Akar dibêje çiya zor û zehmet in û ew nikarin dakevin. Tekerên helîkopteran nikarin xwe deynin erdê. Doçkayên bi qûmanda di destê wan de hene. Sîlehên zagros ên sekvaniyê, Bîksî, Kanas, roketavêj, M16 û keleş hene. Pergala wan teknolojiyê heye. Ew welatên ku em wan wekî dost dibînin fuze dane PKK’ê.

Ev daxuyanî naşibe welatekî ku artêşa duyemîn a NATO’yê ye. Li cîhanê jî artêşa 8’an e. Tu dibêje qey êriş li ser wan çêbûye û neheqî li wan hatiye kirin.

Ewqas balafir, helîkopter, ÎHA, SÎHA, roket, tank û topên di destê xwe de kêm dibînin. Hûlûsî Akar dibêje tekerên helîkopterê nikare deyne erdê. Wekî ku ji ber şert û mercên xwezayê nikare.

Ya rastî ewe ku tîmên taybet ên Artêşa Tirk tevî ewqas teknîk û sîlehan li hemberî berxwedana gerîlayên Kurdistanê têk diçin. Yên ku destûr nedan tekerên wê helîkopterê deynin erdê gerîlayên Kurdistanê ne.

Vê rastiyê Hûlûsî Akar, Netewên Yekbûyî û Amerîka jî dizanin. Lewma jî ji bilî serkeftina eskerî ew li benda rewakirina dagirkeriyê ne.

Artêşa Tirk û hevkarên wê nikarin bi tena serê xwe vê dagirkeriyê rewa bikin. Ji bo vê yekê jî alîkariya wan bi hin Kurdan heye. Ji ber vê yekê Hûlûsî Akar digot pirsgirêka Tirkiyê bi Kurdan re tineye. Armanca operasyonan PKK ye. Mesrûr Barzanî jî ji televizyona Qeterê El Cezîre re axivî û heman tişt gotin. Wî jî got ti pirsgirêka Dewleta Tirk bi Kurdan re tineye, divê PKK ne li vê derê be. Lê divê bê pirsîn çima PKK li wir e.

Serokwezîrekî hukûmeta Kurdan dagirkeriya Dewleta Tirk normal dibîne, lê dixwaze ku gerîlayên PKK’ê ji Kurdistanê derkevin. Beriya niha Nêçîrvan û Mesûd Barzanî jî heman tişt gotibûn.

Ev daxuyanî li cem 40 milyon Kurd ne rewa ne. Rêveberiya PDK’ê biryara întîhara siyasî daye. Pişta xwe jî daye qedexe û lîsteyên terorê yên Amerîka û Ewrûpayê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv