Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Talankirina Fîskaya û Ferît Koşku yên Amedê

 

TALANKIRINA FÎSKAYA Û FERÎT KOŞKU YÊN AMEDÊ
BI BAHANEYA VEGUHESTINÊ DIXWAZIN REWŞA CIVAKÎ Û ÇANDÎ BIGUHERÎNIN

Faşîzma AKP-MHP’ê wekî gelek deverên Bakurê Kurdistanê, li Fîskaya ya Amedê di nava hewldana talanê de ye.

Bi projeya qaşo ya veguhestina bajaran, mal û milkê xelkê desteser dike û vediguherîne rantê.

Di heman demê de jî dixwaze rewşa civakî û çandî ya bajarên Kurdistanê bike.

Yek ji wan deveran jî, herêma Fîskaya ya navçeya Amedê Sûrê ye.

AKP’ê bi biryarnameyên hikmê qanûnê yên Rewşa Awarte wekî gelek deverên Surê, taxên Fîskaya û Ferît Koşkê jî, desteser kirin.

Bi navê veguhestinê, dest danî ser mal û milkê xelkê van taxan.

Li şûna xaniyên xelkê yên desteser kirine, xaniyên pir qatî çê dike û dixwaze bi pereyê zêde bifiroşe xwediyên wan.

Ev talankarî û rantxurî rastî nerazîbûnên şêniyên xelkê û saziyên sivîl jî tê.

Hevserokê Odeya Plansaziya Bajaran yê Amedê Çekdar Taşkiran diyar kir ku desteserkirina mal û milkê xelkê di encama siyaseteke taybet de pêk tê.

Taşkiran dibêje, dewleta Tirk dixwaze rewşa çandî û civakî ya bajarên Kurd xera bike û got: Xelkê ji xaniyên wan derdixin. Dişînin herêmên din. Yên naxwazin biçin tên mexdûrkirin. Jiyana xelkê diguherînin.

Taşkiran dixwaze veguhestina bajaran bi daxwaza xelkê wê derê û bi hevkariya odeyên pîşeyî û saziyên sivîl re were kirin û herêm wekî qadên talan û rantê neyê dîtin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv