Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Balafirên şer ên Tirk bombe li gundên Qendîl, Asos û Pişderê barandin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombardûmaneke giran li herêmên Qendîl, Pişder û Asosê kirin.

Hate ragihandin ku li gorî dema herêmê saet di 10:30’î de gelek balafiran bombe li gundên herêmên Qendîl, Pişder û Asosê barandine.

Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku gundên Xezne û Koye û Geliyê Balayan, çiyayê Bêrimke, çiyayê Ehmede yê li pêşberî Zînî Wertê, gundê Sêweysê yê li herêma Pişderê û Serkepkanê hatine bombekirin.

Li ser bombekirina gundên Asosê agahî bi dest neketin. Nayê zanîn ku ji ber bombardûmanê tiştek bi kesî hatiye yan na. Dewleta Tirk bi rêk û pêk bombeyan li gund û binesaziya sivîl a li herêmê dibarînin. Daneyên cidî hatin belavkirin ku mehên dawî li dijî gerîla çekên kîmyewî têne bikaranîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv