Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gerîlayê Ereb ê ji Dêrezorê: ‘Bersiv li çiyê ye’

 

Gerîla Artêş Dêrazor bang li ciwanên Kurd û Ereb kir, “Hûn ê bersiva herî baş a pirsên xwe li çiyê bibînin. Destûrê nedin ku faşîzm xaka me dagir bike.”

Gerîlayê Ereb ê ji Dêrazorê Artêşa Dêrazor dawiya sala 2015’an PKK’ê nas dike. Piştî ku fikrên Ocalan nas dike xwe digihîne PKK’iyan. Her ku wan nas dike bêhtir dipirse. Şehadeta hevalên xwe dibihîze. Li ser vê yekê dikeve nava kûrbûneke mezin.

Fêhm dike ku PKK tevgera azadiyê ya gelan hemûyan e û ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn têdikoşe. Bi vî rengî biryarê dide ku tevlî PKK’ê bibe.

Gerîla Artêşa Dêrazor got, “Li çiyê mirov aliyên cuda yên jiyanê û xwezayê nas dike. Piştî ku hatim serê çiyê min hin tişt hîn baştir nas kir, fêhm kir. Dema ku hevalê li kêleka te şehîd dibe, tu hîn bêhtir bi çiyê û partiyê ve tê girêdan. Ji ber vê yekê em soz didin; Heta nefesa xwe ya dawî em ê li van çiyayan bin.

Dema ku mirov careke bi tenê jî Rêbertî dixwîne, dikeve bin bandora her gotina wî. Felsefeya Rêbertî gelên Rojhilata Navîn hemûyan li nava xwe vedihewîne. Dema ku mirov Rêbertî dixwîne hingî fêhm dike ku pêwîstiya me bi agahiyê heye. Banga min li gelên Rojhilata Navîn e; partiyê nas nekin jî divê teqez Rêbertî nas bikin. Bi taybetî bang li ciwanên me yên Kurd û Ereb dikim; hûn ê bersiva herî baş a pirsên xwe li çiyê bibînin. Werin çiyê nas bikin, bibînin ku li vê derê bi çi rengî têkoşîn tê meşandin. Destûrê nedin ku faşîzm xaka me dagir bike.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv