Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Platforma ziman li Batmanê nûnertiya xwe vekir

 

XEBATÊN JI BO ZIMANÊ KURDÎ
PLATFORMA ZIMAN LI BATMANÊ JÎ NÛNERTIYA XWE VEKIR

Platforma Zimanê Kurdî li Şaxa Genel Îşê ya Batmanê ji bo vekirina nûnertiya xwe ya li vir civîna çapemeniyê li dar xist.

Berdevkê Platformê Şerefxan Cizîrî behsa xebatan kir.
Cizîrî xwest li parlemena Tirkiyê jî zimanê kurdî bixe rojeva xwe.

Cizîrî diyar kir ku armanca wan ew e ku xebatên ji bo zimanê kurdî bi tevlîbûna partî û dezgehên siyasî li hemû qadên jiyanê bê meşandin.

XEBATÊN ZIMAN ÊN MED-DER’Ê
ENDAM Û RÊVEBERÊN HDP’Ê TEVLI KURSÊN MED-DER’Ê BÛN

Komela Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê MED-DER’ê, ji bo endam û rêveberên HDP’ê li Enqerê kursekê dabû destpêkirin.

Kursiyerên serkeftî di 12’ê cotmehê de sertîfîkayên xwe wergirtin.

Di heqê xebatên ziman de Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmas Kan û Berpirsê Komîsyona Ziman, Çand, Huner, Spor û Polîtîkayên Perwerdeyê yê HDP’e Salîm Kaplan ji ajansa Mezopotamyayê re axivîn.

Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmas kampanyaya ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê bi bîr xist.

Berpirsê Komîsyona Ziman a HDP’e Salîm Kaplan jî bi bîr xist ku di bernama HDP’ê de pir zimanî heye.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv