DEUTSCHE WELLE
GELO TIRKIYE DIKARE OPERASYONEKE NÛ LI DIJÎ SÛRIYÊ PÊK BÎNE
Deutsche Welleyê li ser gefên dewleta tirk ên li dijî rêveberiya xweser bakur û rojhilatê Sûrî nûçe nirxandinek bi vê manşetê belav kir:
Gelo Tirkiye dikare operasyoneke nû li dijî Sûriyê li dar bixe?
Nûçe bi kurtî cih dide van tesbîtên pisporên li ser mijarê:
Pisporê Rûsyayê Kerîm Has anî ziman ku operasyoneke li sehayê bi realîtan re nagunce, pisporê Rojhilata Navîn Oytun Orhan jî vê yekê mumkun dibîne û dibêje:
Dibe ku Tirkiye tiştekî wisa bi koordînasyona Rûsyayê pêk bîne.
Pisporê Rûsyayê Kerîm Has, îdîa dike ku şefê rejîma tirk Erdogan sinyaleke operasyonê dabe jî, daxuyaniyên wî şîlo ne, û operasyoneke li sehayê û realîte hevûdin nagirin.
Li gorî Has, jixwe nediyar e ka Erdogan dema behsa operasyonekê dike, armanca wî bakurê Sûriyê, rojavayê Sûriyê an jî rojhilat e.
Has wisa bawer dike ku Rûsya rêya operasyonekê li pêşiya Tirkiyê venake û ewê berevajî pêşiya her operasyoneke muhtemel a Tirkiyeyê bigire.
Sedemeke din a ku Rûsya wê destekê nede operasyoneke dewleta tirk ew e ku Enqerê heta niha ti daxwazeke Rûsyayê ya têkildarî Îdlîbê bicih neaniye.