Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Alan Meîş: ‘Gefa Erdogan bi destûra Rûsya û Amerîkayê ye’

 

ALAN MEÎŞ / WELAT
GEFA ERDOGAN BI DESTÛRA RÛSYA Û AMERÎKAYÊ YE

Di salvegera duyemîn a êrîşên li dijî Serê Kanî û Girê Spî de, serokê dewleta tirk a dagirker Erdogan careke din gefa êrîşê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar û wezîrê wî yê karê derve Mevlût Çavuşoglu jî heman gotin dubare kir.

Diyare planeke din li dijî vê herêmê tê xêzkirin û êdî encamên civîna Putîn-Erdogan a li Soçiyê aşkera dibin. Erdogan di heman gotinên xwe de Amerîka û Rûsyayê bi hevkariya bi hêzên kurd re tawanbar kir, lê di heman wextê de, eger êrîşekê pêk bîne pêwîste destûra her du aliyan bixwaze.

Ev gera dawiyê di bin bahaneya ku HSD’ê êrîşî hêzên tirk kiriye, derket holê lê belê HSD’ê ev yek red kir û got hêzên wan tu êrîş pêk neanîne.

Ev yek senaryoya destpêka şerê li Sûriyeyê tîne bîra me. Wê demê rayedarên Tirkiyeyê digotin, ew ê fuzeyekê ji aliyê Sûriyeyê biavêjin Tirkiyeyê û wê yekê bikin bahane da ku destwerdanê li axa Rojava bikin.

Ev gava îro jî ne tenê ji serê Erdogan e. Jixwe wî biryara êrîşê daye û destûra van aliyan xwestiye, lewma em ê di rojên pêş de gelek daxuyaniyên din jî bibînin.

Berî çend rojan, Serokê Amerîka Joe Biden got ‘ Tevgerên Tirkiyeyê zirarê li têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dike’ û yekem car Biden helwesteke bi vî awayî nîşan dide. Helbet sedema vê yekê jî, hevkariya Tirkiye û Rûsyayê ye.

Lê em ji bîr nekin ku beriya niha helwestên bi vî rengî yên Amerîkayê hebûn. Di êrîşa dagirkirina Efrînê de, xwe li bêdengiyê danî û tevî hemû sozan jî rê da dagirkirina Serê Kanî û Girê Spî.

Rûsyayê jî, li beramberî Xûtaya Şamê, Efrîn pêşkêşî dewleta tirk kir û guh li çareseriya siyasî neda.

Niha jî Erdogan ne hema ji xwe gefeke bi vî rengî li herêmê dixwe. Diyare lihevkirina pêkanîna êrîşekê li dijî vê herêmê hatiye kirin û ne dûr e ku armanca wî Minbic an Til Rifet be.

Rûsya ji bo fişarê li Hêzên Sûriyeya Demokratîk bike dikare destûrê bide Tirkiyeyê û careke din rê bidê. Bi taybet ku çavê Rûsya li Idilib e û ne dûr careke wan herêman pev biguherîne û bi vî awayî destê rejîma Sûriyeyê bi hêz bike.

Li gorî agahiyan ku berî çend rojan dewleta tirk 7 kom kirin yek û wê wan li dijî herêmê bi kar bîne û çavkaniyên pêbawer dibêjin ku dewleta tirk xwe amade dike da ku êrîşî herêmê bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv