Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulistan Çiya Îke: ‘Rastkirina şaşiyê destekkirina Kurdan e’

 

RASTKIRINA ŞAŞIYÊ DESTEKKIRINA KURDAN E
GULISTAN ÇIYA ÎKE / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, têkoşîna gelê Kurd hêj ji destpêkê ve têkoşîneke heq û rewa ye. Têkoşîna li dijî neheqî û zilmê di heman demê de li ser navê mirovahiyê hemûyî tê kirin. Biden bi daxuyaniyên xwe careke din eşkere kir ku têkoşîna gelê Kurd li dijî êrişên dagirkeriya Tirk meşrû û rewa ye. Dema ku mirov têkiliya Trump û Erdogan a beriya 2 salan û êrişên li dijî Kurdan bîne bîra xwe, wateya daxuyaniyên Biden, helwêst nîşandana li hemberî şaşiya Trump e. Hêviya me ew e ku di mijara bidawîanîna dagirkeriyê de ev helwêst veguhere piştevaniya têkoşîna Kurdan.

Tirkiye ne bi tenê li Sûriyê, di heman demê de li Iraqê, li Lîbya, Qafqasya, Rojhilatê Derya Spî, li Balkanan, Efrîka û heta li Ewrûpayê jî bêîstîqrariyê çêdike. Çete û penaberan li hemberî Ewrûpayê bi kar tîne ku ev jî rastiya wê datîne holê. Li dinyayê polîtîka û helwêsta herî adî û bêrûmet şantaj û gef e. Îro roj, li dinyayê herî zêde dewleta Tirk vê yekê dike. Bi şantaj û gefan fîdye dixwaze, destekê ji polîtîkayên xwe yên faşîst re dixwaze.

Tirkiye ev sedsal in, Kurdan li ku derê li dijî polîtîlayên qirker û mêtinger li ber xwe dabe, wan weke şakî, eşqiya, sergerde, anarşîst û terorîst nîşan dane. Zext û zora kirî jî ji xwe re heq dîtiye. Dewleta Tirk ev cesaret û curret jî ji erêkirina Emerîka û Ewrûpayê girtiye. Li ser vî esasî, Emerîka û Ewrûpa bûne şirîkên sûc û polîtîkayên qirker ên Tirkiyê. Tirkiye ji ber ku berê di nava tifaqa dij-Sovyet de bû, ew jî bûn şirîkê sûcên wê; lê gelo niha çima dibin şirîk?

Emerîka û Ewrûpa hem divê destekê nedin van polîtîkayên dewleta Tirk hem jî polîtîkayên xwe yên di heqê Kurdan de bi awayekî rast destnîşan bikin. Ji bo îstîqrar û aştiya rojhilata Navîn, divê ev were kirin. Yan na weke dewleta Tirk a qirker û mêtinger ew jî rabin bibêjin, Kurdê baş û Kurdê nebaş, ew ê destekê bidin polîtîkayên dewleta Tirk û Kurdên garantiya aştî û îstîqrara Rojhilata Navîn in, qels bikin. Heke Ewrûpa û Emerîka bi rastî jî li Rojhilata Navîn aştî û îstîqrarê dixwazin, wê demê divê rêzê nîşanî îrade û hêza demokratîk a Kurdan, bidin.

Di sedsala 21’ê de ku wê bibe sedsala demokrasî û azadiya jinê, lazim e Emerîka û Ewrûpa vê rastiyê bibînin, destekê nedin dewleta Tirk a qirker û faşîst. Xwe ji vê qirêjê û vî barî rizgar bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv