Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ferda Çetîn: ‘Amadekariya dagirkeriyeke nû tê kirin’

 

FERDA ÇETÎN / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
AMADEKARIYA DAGIRKERIYEKE NÛ TÊ KIRIN

8’ê Cotmehê li Cerablûsê du êrîşên bombeyî pêk hatin, di van êrîşan de 2 kes mirin û 15 kes birîndar bûn.

9’ê Cotmehê li Ezazê êrîşek çû ser wesayiyeke zirxî ya ku dimeşiya û du polîsên tîmên taybet Cîhat Şahîn û Fatîh Dogan mirin. 2 polîsên tîmên taybet jî birîndar bûn. Wezareta Karê Navxwe yê Dewleta Tirk û TRT’ê ragihand ku êrîş ji aliyê Til Rifat ve ji hêla YPG’ê ve hatine kirin.

11’ê Cotmehê li Efrînê di êrîşa bombeyî de jî 4 kes mirin.

Wezareta Karê Navxwe ya Tirk di daxuyaniyê de got, ”ev êrîş ji hêla YPG/PKK’ê ve hatine kirin”.

10’ê Cotmehê piştî civîna wezîran Tayyîp Erdogan jî li ser vê mijarê axivî û got, ”Ji ber êrîşên terorî yên ji Sûriyê ber bi Tirkiyê ve êdî tehammûla me nemaye. Tehdîdên ji van deran tên an bi wan hêzan re ku li wan deran çalak in, an jî bi derfetên xwe em ê tine bikin, li ser vê em biryardar in.”

Ji gotina ”bi wan hêzan re ku li wir çalak in” mebesta Erdogan Rûsya ye. Ji ber ku piştî ku Serokê Amerîkayê Joe Bîden 7’ê Cotmehê bi daxuyaniekê gotibû, ”Operasyonên Tirkiyê yên li Sûriyê derbê li têkoşîna me ya dijî DAÎŞ’ê dixe”, biryar li ser da ku ”Rewşa Lezgîn a li Sûriyê ya Amerîkayê dirêj bike.

Hevdîtina 28’ê Îlonê ya li Soçiyê ya di navbeyna Pûtîn û Erdogan de jî hevdîtinek krîtîk bû. Berî û piştî civînê agahiyên derheqê hevdîtinê bi raya giştî û çapemeniyê re nehate parvekirin. Lê Rûsya biryardar e ku li Idlibê dawî li rewşa berdest bîne. Dixwaze leşkerên Tirk û Artêşa Sûriyê û çeteyên Heyet-î Tahrîr’uş Şam ji Idlib û rêya M4’ê vekişin.

Ji ber vê, her çendî di çapemeniyê de nehatibe dayin jî mijara sereke ya hevdîtina Soçiyê Idlib bû. Pûtîn ji Erdogan xwest ku li gel çeteyên xwe ji Idlibê vekişe. Ew hêz û ew îhtîmal tinebû ku Erdogan vê red bike, ev daxwaz qebûl kir. Lê di ber vê de xwest ku destekê bide dagirkeriya li ser Til Rifat û Minbicê. Pûtîn gotiyê, dagirkeriyeke pêkan heke ne li ser ‘rojhilatê Firatê’ be, li ser herêma bi kontrola Amerîkayê, ‘rojavayê Firatê’ be, ew ê destekê bide.

Rastî û ya li ber çav ew e, piştî ku ji dagirkeriya ser Başûrê Kurdistanê encama ku dixwestin nestandin, dîsa berê rotaya xwe dane Rojava û cihê di hedefê de jî Til Rifat xuya dike.

Di demeke nêzîk de gelek generalan xwestin ku malnişîn bin, hinan ji artêşê îstîfa kir, hijmar û navê wan hate veşartin, ev ji ber fikrên cuda yên têkilî êrîşeke nû ya dagirker a li ser Sûriyê ye.

Ev çepelê dîktatoran ku ji bo xwe û malbata xwe her cure adîbûnê dike û her cure neqenciyê dide ber çavan, haziriya dagirkerî û şerekî nû dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv