Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ciwanên Kurd li bajarên Fransayê çalakî lidar xistin

 

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
CIWANÊN KURD LI 2 BAJARÊN FRANSAYÊ ÇALAKÎ LIDAR XISTIN

Li welatên Ewrupayê tevgera ciwanên şoreşger bi çalakiyan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin.

Di çarçoveya pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” de li bajarê Bordo û Marsîlya yên welatê Fransayê çalakî pêk hatin..

Li Bordoyê, ciwanan bang li tevahiya ciwanên Kurdistanê kirin ku ji bo azadiya Rêber APO dakevin qadan û têbikoşin.”

Tevgera Ciwanan li bajarê Marsîlyayê jî bang li kurdistaniyan kirin û gotin;

Divê serî de ciwan, tevahiya beşên civaka Kurd bi yek dengî daxwaza azadiya Rêberê xwe bike.

BIKARANÎNA ÇEKÊN KIMYEWÎ LI DIJÎ GERÎLA
KURDISTANIYÊN LI SWÎSREYÊ BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ TEŞHÎR KIR

Li dijî bikaranina çekên kimyawî yên li dijî qadên gerila jî, Kurdistaniyên li welatên Swîsre, Fransa û Elmanyayê di nava hewildanan de ne.

Tevera jinan ji bo balê bikişîne ser sûcên li dijî mirovayê, bi partiyên siyasî, sazî û rêxistinên sivîl re civîyan.

Şandeya ji Endamên Navenda Civaka Kurd û Meclîsa Jinan pêk dihat, li paytexta Swîsreyê Bernê çû serdana saziyên mafê mirovan û partiyên siyasî.

Di serdanê de, şande têkildarî bikaranîna xazên jehrî, qirkirina xwezayê û sûcên li dijî mirovan dosya pêşkeş kirin.

BIKARANÎNA ÇEKÊN KIMYEWÎ LI DIJÎ GERÎLA
CIWANÊN MARSÎLYAYÊ PANEL LIDAR XISTIN

Ciwanên li Marsîlyayê jî li dijî êrîşên dewleta Tirk a qirker panelek lidar xist.

Di panelê de bikaranîna çekên kimyewî, êrîşên li dijî Rojava, îxaneta PDK’ê û qirkirina xwezayê hat nîqaşkirin.

Li ser heman mijarê, li bajarê Wûpertal ê Elmanyayê jî tevgerên Ciwanan çalakî pêk anîn.

Çalakiya li vir, di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ de li ber kargeha BAYER’ê pêk hat.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv