LI XELÎFANÊ ÊRIŞA PDK’Ê LI DIJÎ 7 GERÎLAYAN
ÇALAKIYA LI SÊMALKA DI ROJA 11’AN DE BI BIRYARDARÎ DIDOME
Xelkê Rojavayê Kurdistanê ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên HPG’ê yên ji PDK’ê ve hatine şehîdxistin li deriyê Sêmalka kon veda ne
Çalakiya konvedanê di roja 11’an de ye.
Şêniyên Amûdê û endamên Şaredariyên Gel a herêma Cizîrê bi meşeke girseyî berê xwe dan cihê çalakiyê.
Di çalakiyê de nerazîbûn nate nîşandan û daxwaza radestkirina cenazeyên gerîlayan hate kirin.
Her wiha di meşê de berxwedana gerîla jî hat silav kirin.
Li cihê kon gelek axaftin li ser navê saziyan hatin kirin.
Di axaftinanan de siyaseta PDK`ê û dewleta Tirk ên dijberî tevgera rizgariyê ya li Başûrê Kurdistanê hat şermezar kirin
Her wiha bang li gelê kurd jî hat kirin ku li hemberî êrişên dagirkeran serî hildin.
Tê payîn ku çalakî sibe bi beşdarbûna şêniyên kantona Hesekê û gundewarên wê bidome.