SOHR-SYRIHR:
“LI EFRÎNÊ.. CEYŞ EL-ÎSLAM” DEST DAVÊJE MILK Û XANIYÊN EFRÎNIYÊN KU BI ZORÊ HATINE KOÇBERKIRIN
Çavdêrgeha Sûriyê ya şopandina Mafên Mirovan derbarê binpêkirinên li Efrînê ji hêla çeteyên girêdayî dewleta Tirkiyê ve, nûçeyek bi vê manşêtê belav kir:
“Li Efrînê.. Ceyş El-Îslam” dest davêje milk û xaniyên Efrîniyên ku bi zorê hatine koçberkirin
Çalakvanên herêmî ji Çavdêrgeha Sûriyê ya şopandina Mafên Mirovan re ragihandin ku koma i navê ((Ceyş El-Îslam)) bi zora çekan dest danîn ser zeviyên çandiniyê, darên zêtûnê û xaniyên Efrîniyên ku bi zorê hatine koçberkirin.
Li gorî çalakvanan, çeteyên ((Ceyş El-Îslam)) bi sedan wekaletên ji encumanên herêmî derketine ku rê didin merivên wan ku xwedî li milkên wan derkevin, betal kirin, û dest bi desteserkirina wan milkan kirin û li ser malbatên endamên xwe belav kirin.