MÎTÎNGA HDP’Ê YA LI MERSÎNÊ
MÎTHAT SANCAR: HÊZA ME HEYE EM HEMÛ PIRSGIRÊKÊN LI TIRKIYÊ ÇARESER BIKIN
Partiya HDP’ê di çarçoveya xebatên xwe yên “banga Demokrasiyê” de li Mersinê mitingek pêk anin.
Qada mîtîngê bi alên HDP’ê hat xemilandin.
Piraniya kesan bi cilên xwe yên herêmî başdar bûn.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û şandeya bi wî re ji bo tevlî mîtîngê bibe, li ser rêya Edeneyê ji aliyê konvoyekê ve hatin pêşwazî kirin.
Di mingê de hevserok Mithat Sancar axivî û daxwaza hilbijartinên pêşwext kir.
Sancar bal kişand ser coşa beşdaran û wiha axivî:
“Yên di qesra xwe de asê mane, dema vê coşa me dibînin ji tirsa dilerzin. HDP amade ye bi pêşengiya gel dawî li vê pergala diz, derewîn, tanlanker û mêtinger bîne”
MÎTÎNGA HDP’Ê YA LI MERSÎNÊ
MÎTHAT SANCAR: “AKP’Ê GELÊ ME MEHKUMÊ PARIYEKE NAN KIRIYE”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê bal kişand ser aboriya xirab ya li Tikriyê û bi van gotinan banga îstifayê li hukumeta AKPê kir:
Di van hefteyên dawî de sifra me piçûk bû. Keda me tê dizîn, gelê me mehkumê sefaletê hatiye kirin. Gelê me yê bi rûmet ji bo pariyek nan li pêşiya Frûnan bi saetan dikeve dorê. Çavkaniyên welatê me diherikin kêderê? Em baş dizanin ku hemû dewlemendiyên me xistine xizmeta şer. Hukumeta AKPê ji bilî siyaseta dijmunahî û şer ji ti tiştekî fehm nake.”
Mithat Sancar behsa projeyên HDPê yên ji bo çareseriya pirsgirêkan jî kir û got:
Hêz û zanebûna me heye em vî welatî bi rê ve bibin û di serî de doza kurd hemû pirsgirêkan çareser bikin. Em dizanin dawî li şeran bînin û aştiyê li vî welatî bi cih bikin.
Derheqê hilbijartinan de jî Sancar got hedefa wan ewe ku hêjmara dengên xwe derxin ser sedî 15’an re.
Piştî axaftina Mithat Sancar, mitinga HDPê bi sitranên hunermendan bi coş dewam kir.