ŞAREDARÊ AKP’YÎ SAVCI SAYAN ÊRIŞÎ KARKERAN KIR
JI BER ÊRIŞA MAFYAWARÎ HIN KARKER RAKIRIN NEXWEŞXANÊ
Şaredarê AKP’yî yê Agiriyê Savcı Sayan û parazvanên wî li ser inşaateke TOKÎ li karkerekî dan.
Savci Sayan û kesên dordora xwe, li herêma înşaatê ji qanûnan dûr weke serkêşê mafya tevgeriyan.
Şaredarê AKP’ê got; ew ê înşaata van karkeran bide rawestandin û di ser de jî 500 hezar lire ceza li wan bibire.
Hin karker dema li dijî vê helwesta mafyawarî derketin, parazvanên Savci Sayan êrişê wan kirin.
Savci Sayan bi xwe jî tevlî lêdanê bû û karker Zafer derb kir, hin karker jî ji ber birînên wan rakirin nexweşxaneyê.
Wekila HDPê ya Agiriyê Dilan Dirayet Taşdemir, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ev êriş şermezar kir û got;
Hûn bi helwesteke mafyawarî nikarin vî bajarî birêve bibin.