Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin bang hene

 

QEDEXEYA LI SER PKK’Ê
JI BO PKK JI LÎSTEYA TERORÊ BÊ DERXISTIN BANG HENE

Enternasyonalîst û endamên saziyên navnetewî bi daxuyaniyan ve bang Yekîtiya Ewrûpa dikin ku PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst bê derxin.

Yek ji van kesan jî Rêvebera Komeleya Piştevaniyê ya France-Kurdistan Sylive Jan e.

Sylive Jan bal kişand ser êrişên li ser gelê pêşdikevin û got:

“Divê li himber van êrişan piştevaniya ji bo gelê Kurd bê xurtkirin. Ji bo vê jî divê Abdullah Ocalan bê azadkirin.

Sylive Jan li ser qedexeya PKK’ê jî wiha axivî.

“Ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst bê derxistin hewilda hene.

Ev hewildan girîngin. Divê saziyên peywendîdar guh van hewildanan û PKK lîstê derxin.”

Yek ji kesên ku li Elmanyayê li dijî qedexeya li ser PKK’ê têdikoşe jî Tom Krummel e.

Endamê Linksjugen(‘solid)ê Berlînê Tom Krummel got,

“Me bi navê Links Jugend Solid ragihand ku em qedexeya li ser PKK’ê red dikin.

Em zanin ku ev biryar qedexeya PKK’ê bandoreke gelekî nebaş li civaka Kurd a li Elmanyayê dike.

Qedexeya li ser PKK’ê xwe naspêre bingeheke şênber. Lewma divê ev qedexe demildest bi dawî bibe.”

Rojnamevan û nivîskarê Urdunî Redad Qeleb jî li ser heman mijarê axivî.

Redad Qeleb di axavtina xwe de destnîşan kir ku PKK nunerê gelê Kurd yê rewaye û got:

“Amarîka û Yekîtiya Ewrûpa ji bo nehêlin PKK bibe nûnerê gel Kurd ew xistin lîsteye terorê.

Lê, li gorî qanûnên navneteweyî, mafê her gelekî heye ku çaranûsa xwe bi xwe diyar bike.

PKK jî, ji bo mavê gelê Kurd têdikoşe. Ji ber vê yekê niha nûnere rewa yê gelê Kurd PKK ye”.

Redad Qeleb îşaret bi têkoşîna gelê Kurd kir û wiha got:

“Kurd di rewşa rizgariya nîştimanî de dijîn. Di navbera wan û terorê de cudahî heye.

Têkoşîna rizgariya netewekî mirov nikare weke terorê pênase bike.

Ji ber vê yekê divê PKK ji lîsteya terorê be dexistin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv