Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Farûk Sakik: ‘Hêza misqalek rihê PKK’ê’

 

HÊZA MISQALEK RIHÊ PKK’Ê
FARÛK SAKIK

Di sala 1998’an de li Almanyayê ciwanek bi navê Eser Altinok piştî îtîrafkariya salan poşman bû û agir berî bedena xwe da û dawî li jiyana xwe anî.

Beriya çalekiyê nameyek ji dayika xwe re şandibû û di nameyê de wiha digot:

“PKK hîsek wisaye ku carek ket bedena mirovan, careke din dernakeve. PKK di rihê min de wek tozek-misqalek mabû. Ew misqalek rihê PKKê yê ku di hundirê min de mabû ez ji xiyanetê xilas kirim.”

Hin kesayetên ku li gorî siyaseta dijmin tevdigerin dibêjin; ‘Kurd çima di têkoşîna xwe de PKK û rêber Apo ji Kurdistan zêdetir derdixin pêş.”

Sedem: Dijmin dît ku pêvajoya azadiya Kurdistanê ya PKK’ê daye destpêkirin nikare bide seknandin, bi du tunekirina PKK’ê û Rêber Apo ket. Heger PKK were tasfiyekirin wê pêşî li azadiyê jî were girtin. Heger PKK neyê tunekirin û misqalek jî rihê PKK’ê bi Kurdan re bimîne, wê rojek Kurdistan azad bibe.

PKK 14 hikumetên Tirkiyê têkbir.

Îroj desthilatdariya hikumeta AKP’ê jî, bi têkoşîna PKK û hêzên demokrasiyê li ber tunebûnê ye.
Di demek waha de, serokê mixalefetê Kiliçdaroglu ku bi salan bêdeng bû û erka xwe pêk nedianî, li ser navê dewletê peyva “Hev helal kirinê” bikaranî.

Kurd û dewleta Tirk ew ê çawa hevdu helal bikin. Ji bo hev helal kirinê dive herdu alî li hember hev sûc kiribin.

Lê ne wisaye. Bi tenê dewleta Tirk li hember Kurdan sucên dîrokî kiriye. Kurdan bajarên Tirkiyê Afyon, Denizlî û Yozgat neruxandiye, li herema Trakya li sînorê Balkanan 35 kesên kaçaxçitî dikin nekuştiye, li kolanên Enqerê zarokên Tirkan yê 13 salî bi 13 guleyan qetil nekiriye, li Antalya xwezaya wan serûbin nekiriye, li Çanakale goristanên wan bomberduman nekiriye, zimanê wan qedexe nekiriye, ji wan re negotine “hûnê teqez bibin kurd”, ji bo vana pêk neaniye hin şoreşgerên Tirk derneketin li dijî Kurdan şer nekirin, Kurd jî ji bo van şervana bi sernekevin ew nekuştin û balefirên Kurdan çiyayê Uludag-Erciyes bomberduman nekirin.

Berevajiyê vê, dewleta Tirk van sûc û gunehan li hember Kurdan yek bi yek pêkanî.

Wek ku Eser Altinok digot; Ew ruhê PKKê ku ket bedena mirovan êdî dernakeve. Heger yek misqalek ew ruh bi Kurdan re hebe ku heye jî, wê ji bo parastina PKK’ê û azadiya Rêber Apo têbikoşin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv