Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Aysel Avesta: ‘Serhildana me neqediyaye dewam dike!’

 

SERHILDANA ME NEQEDIYAYE DEWAM DIKE!
AYSEL AVESTA / POLÎTÎKA AZAD

Berxwedana xwişkên Mîrabel ku li Komara Domînîk li dijî dîktatoriya Tirojîlo dest pê kir, îro bi ruhê serhildana jinan li hemberî şideta mêran bûye xeta azadiyê. Ji destpêka sala 2021’ê ve jin ji bo maf û azadiya xwe li hemberî şer, şidet û qirkirinê têkoşîneke mezin dikin. Pêşengiya çalakiyan jî jinên Kurd dikin. Weke her sal îsal jî jinên Kurd mohra xwe li çalakiyên 25’ê Mijdarê, Roja têkoşîna li dijî şideta beramberî jinê dan.
(…)

Di çalakiyên Jinan ên li Bakûr û Rojhilatê Sûrî de hejmara mêran îsal gelek zêde bû. Ji wan dîmenan jî diyar bû, bi rastî Şoreşa Rojava, şoreşa jinê ye û di nava civakê de heta radeyekê şoreşa civakî pêk hatiye. Heger li Şedadê, Reqa, Minbic û Kobanê ev guhertin hatibe çêkirin, ev tê wê wateyê ku êdî jinan guhertinên mezin di nava civakê de ava kirine.
(…)

Rêber Apo ji roja destpêkê ya têkoşînê ve pirsgirêka azadiya jinê kir navenda têkoşîna xwe. Bi tesbîta ‘Heta jin azad nebe, civak azad nabe’. Ji bo azadiya jinê kedeke bê hempa da û hevaltiyeke rast bi jinan re kir.
(…)

Jinên Kurd bi vê biryardariyê ev zêdeyî 40 salan in li hemberî paşverûtiyên civakê, koledariya pênc hezar salan a ku di şexsê wê de li civakê hatibû ferzkirin, bê navber têdikoşin.

Bi wateyê, derketina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ji bo jinan bû ronahî û çirûskeke agir. Ev agir her ku çû di dilê jinan de mezin bû û bû volkan.Tevgera Azadiya Kurdistanê bi têkoşînê jin û jiyana azad anîne ba hev. Ji lewma jinên Kurd, sedema hebûna xwe di nava vê tevgerê dîtine, ji ber ku cara yekê di dîrokê de bi îradeya xwe ya xweser xwe kiriye Artêş û Partî.

Niha bi îdîaya ku wê pêşengiyê ji Konfederalîzma jinan a cîhanê re bike, têdikoşe. Jinan di rêwîtiya 40 salan de gelek berdêl dan û hîn jî didin. Vê têkoşîn, lehengî û pêşengiya jina Kurd li nava civaka Kurd û li tevahiya cîhanê deng vedaye û bûye çavkaniya îlhamê ji bo jinên azadîxwaz.
(…)

Li çiyayên Kurdistanê, gerîlayên YJA Star, li Rojava şervanên YPJ’ê, li Şengalê yên YJŞ´ê, li Rojhilat yên YJRK’ê wek hêza parastina jina azad li hemberî êrişan hemûyan şerê rûmetê dikin. Her roja ku derbas dibe, destketiyên jinan li her warî mezintir dibin. Li warên siyasî ji her demê zedetir dengê jinan bilind dibe.
(…)

Li meydanan bi dengekî bilid bang kirin û gotin; Em ê li hemberî êrişên we serî netewînin. Serhildana me neqediyaye, dewam dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv