Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li çar aliyên cîhanê salvegera PKK’ê bi coşeke mezin hat pîroz kirin

 

SALVEGERA DAMEZRANDINA PKK’Ê
LI ÇAR ALIYÊN CIHANÊ SALVEGERA PKK’Ê BI COŞEKE MEZIN HAT PÎROZ KIRIN

44 saliya damezrandina PKK’ê li bajarên Ewropayê bi coşeke mezin hat pîroz kirin.

Li bajarê Baselê Swîsre Tevgera Ciwanên Şoreşger û TÊKO-JIN meşeke girseyî lidarxistin.

Li paytexta Elmanya Berlînê jî meşeke girseyî hat lidarxistin.

Çalakgeran bang li welatên Ewrupa û dewleta Elmanya kirin ku PKK ji lîsta terorê derxe.

Bi sedan kurdistanî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Heilbronnê li hev kom bûn.

Di axaftinan de hat gotin; bila her kes zanibe ku çi dibe bila bibe Kurd wê bi pêşengiya PKK’ê bi ser bikevin.

Damezrandina PKK’ê li bajarê Stuttgart yê Elmanyayê jî bi şahiyekê hat pîrozkirin.

Kurdistaniyan li bajarê Lîmasolê yê Qibrisê jî salvegera damezrandina partiya xwe bi şahiyekê pîrozkirin.

Pîrozbahiyek jî li bajarê Rennes yê Fransa pêk hat.

Kurdistaniyên Yunanistanê jî li bajarê Lavroyê avabûna PKK’ê bi coşeke mazin pîroz kirin..

Bi heman armancê Pîrozbahiyek li bajarê Toronto yê kenedayê jî pêk hat.

Li vir jî kurdistaniyan bi coşek mezîn Salvegera Partiya xwe pîrozkirin.

Li Rûsyayê jî li herêma Krasnodar û Adigey bi daxuyaniyan sersala PKK’ê hate pîroz kirin.

Piştî daxuyaniyê govend hat gerandin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv